HPG: 9 dagirkerên din hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 9 dagirker hatine cezakirin, 2 jî birîndar bûne û gelek çek hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Zapê heta bi Heftanînê, ji Metînayê heta bi Zapê li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ku hewl dide herêmê dagir bike. Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de çekek A4, 2 kamerayên mobesse û 2 çeper bi temamî hatin îmhakirin, derb li 2 çeperan jî hate xistin."

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

"Li herêma Avaşînê;

16'ê Îlonê saet di 11:30'î de li Girê Şehîd Mûnzûr ê li Qada Berxwedanê ya Mamreşo, bi rengekî koordîneyî bi taktîka gerîla li dagirkeran hate xistin. Bi çekên ferdî û giran ji du baskan ve derbên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Dijmin di 17'ê Îlonê de li vê qadê dest bi operasyonekê kir, piştre jî bêencam ma û neçar ma xwe vekişîne.

Li herêma Heftanînê;

19'ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Girê Şehîd Silava bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çekeke A4 û çeperek ji teknîka şer hate îmhakirin. 2 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin, çekek A4, 2 kamerayên mobesse û çeperek bi temamî hatin îmhakirin.

19'ê Îlonê saet di 13:15'an de li hemberî qemyoneke artêşa Tirk a dagirker ku ji Gundê Rûsê yê Bektoryayê derbas dibû, çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li herêma Metînayê;

20'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçêlê li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi çekên giran çalakî hate kirin.

20'ê Îlonê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçêlê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

21'ê Îlonê saet di 06:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên nîv otomatî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

20'ê Îlonê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Îlonê saet di 15:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

20'ê Îlonê saet di 19:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Îlonê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

20'ê Îlonê saet di 21:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran bi suîqestê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

20'ê Îlonê li qada Enzê ya Qendîlê wesayiteke xelkê sivîl ê herêmê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."