QSD’ê sersaxî ji Rêveberiya Antî-Teror a Kurdistanê re xwest

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi boneya şehadeta 3 peşmergeyên Rêveberiya Antî-Teror a Kurdistanê peyama sersaxiyê weşand.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), têkildarî şehadeta 3 pêşmergeyên girêdayî Rêveberiya Antî-Teror a Kurdistanê (CTG) ku di 18’yê Îlonê de di encama êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûbûn, peyama sersaxiyê weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehîdbûna komek ji lehengên Hêzên Antî-Terorê (CTG) di encama êrîşa nemerd ya li ser balafirgeha çandiniyê ya Erbet ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê wergirt. Ev lehengên ku bi xwîna xwe ya pak rêkek binirx ji têkoşîn û fedakariyê saz kirin û gel û netewa xwe parastin.

Di vê derbarê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk sersaxiyên xwe pêşkêşî fermandar û şervanên Hêzên Antî-Terorê (CTG), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, malbatên şehîdan û hemû gelê me dike. Em di vê bûyera xemgîn de hevgirtina xwe ya tam bi wan re tekez dikin.

Gelê me wê her tim bi lehengên xwe yên qehreman û saziyên xwe yên leşkerî û ewlekarî yên bihêz yên ku bikarin wan biparêzin serbilind be. Çarenûsa dijminan ji bilî têkçûnê wê tiştek din nebe.”