Cenazeyê 4 gerîlayên HPG’ê radestî malbatên wan hatin kirin

Cenazeyê 4 gerîlayên HPG'ê ku li Licê şehîd bibûn, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqol yê navçeya Licê ya Amedê 4 gerîlayên HPG'ê ku di bombardûmanekê de şehîd bibûn û cenazeyên wan anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Piştî nimûneyên DNA'yê yên ji aliyên malbatên wan ve hatibûn dayîn, cenaze îro ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin wergirtin.

Cenazeyê Havîn Karakoçê ber bi gundê Girbareşk ê Êlihê û cenazeyê Çetîn Temel (Demhat) jî ber bi navenda Wanê ve hat birêkirin. Her wiha cenazeyê Cîhat Ay (Pasûr Rohat) ê di heman bombardûmanê de şehîd bibû ber bi gundê Salkimli yê navçeya Pasûrê ya Amedê û cenazeyê Hulya Demîrer (Axîn Mûş) jî ber bi gundê Hoşgeldiyê yê navçeya Kopê ya Mûşê ve hat birêkirin.