Fermandariya Eyaleta Serhedê: Divê gelê me yê Bazîdê sîxur û kontrayan di nava xwe de nehewînin

Fermandariya Eyaleta Serhatê der barê sîxurî û fealiyetên kontra yên li Bazîdê de hişyarî da û bang li gel kir ku sîxur û kontrayan di nava xwe de nehewînin. Fermandariyê navê hin sîxuran eşkere kir.

Fermandariya Eyaleta Serhatê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Bila tu kes rûmeta xwe bi çend qurişan nefiroşe, sîxuriya ku tê ferzkirin qebûl neke û rûmeta xwe winda neke.”

Di daxuyaniya ku ji bo gelê Bazîdê yê welatparêz hatiye dayîn de ev tişt hatin gotin:

“Hemû hêzên dagirker ên serdest ên ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de serdestiya xwe dewam kirine, tu carî nekarîne serdestiyê li bîra civakbûyînê bikin. Di serdemên ku dewletên dagirker serdest bûn de civaka me bi ziman, çand û nirxên xwe yên mirovî cewherê xwe parastine û teslîm nebûne. Lê belê bi pergala serdestiya mêtinger a kapîtalîst û polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê me tên meşandin re, li hemberî dîrok, çand û hemû nirxên me yên jiyanê û pîroziyên me, mêtîngeriya zîhnî ku di dîroka me de nehatiye jiyîn, pêk tê.

Îro li ser Rêbertiya me pergaleke êşkenceyê ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin pêk tê, li ser gelê me zilm û qetlîam tê kirin, li ser ax, dîrok û çanda me polîtîkaya talan û qirkirina mezin tê meşandin. Li cihekî weke Bazîdê ku Rêber Apo yekemîn hemleya xwe ya Kurdistanê pêk anî û tovên destpêkê yên têkoşîna azadiyê lê çandin, hewl tê dayîn bi rêya xiyanet û sîxuriyê bêbawerî bê belavkirin û tiştên tên ferzkirin bidin qebûlkirin. Divê em îsyan û berxwedana Çiyayê Agiriyê ku di dîroka me de li dijî zilmê pêşketiye ji bîr nekin. Piştî şehîdbûna Biroyê Heskê Têlî hestiyên mirovên me yên ku li Geliyê Zîlan û Geliyê Zemyamê hatin qetilkirin hê jî diêşin. Celadê ku ev komkujî pêk anî, pergala dagirker a Tirk a qirker bû. Divê gelê me li hemberî derewên şerê taybet û psîkolojîk ên rejîma faşîst ku AKP-MHP’ê nûnerên wê ne, hişyar bin. Divê tu kes rûmeta xwe nefiroşe, sîxuriya ferzkirî qebûl neke û namûsa xwe bi çend qurişan xera neke.

LI SER EŞÎRA SAKAYÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ TÊN PÊK ANÎN

Di serî de eşîra me ya Saka divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet û derewan, hişyar bin. Wek tê zanîn Biroyê Heskê Têlî bi xwe ji eşîra Saka ye. Eşîra Saka li hemberî êrîşên dagirkerî û qirkirina faşîst a Tirk di serhildana Çiyayê Agirî de berxwedaneke dîrokî û bi heybet nîşan da û artêşa Tirk a dagirker têk bir. Ev berxwedana dîrokî ya eşîra Saka ya welatparêz ku pêşengiya serhildana Çiyayê Agiriyê ya dîrokî kir, di dîroka Kurdistanê de her tim bi rêzdarî û minetdarî tê bibîranîn û wê bê bîranîn. Rejîma Tirk a faşîst îro bi rêbazên cuda hewl dide tolê ji eşîra me ya welatparêz Saka hilîne. Hewl dide hin kesên qels û lewaz ên di nava eşîra Saka ya welatparêz de bike sîxur û kontra û îtîbara welatparêziya dîrokî ya eşîra me ya Saka qirêj bike. Dijmin ev kesên ku kirine sîxur, dişîne herêmên ku gerîla lê dimînin, li pay şopa wan dikevin û ji wan dixwazin ku cihên ku tesbît kirine ji wan re ragihînin. Kesên bi hincetên nezanî li çoltera çiyê derketine lêgerîna xazîneyê hwd û bûne hezkiriyê dijminê xwe vî tiştî dikin. Bi taybetî li ser eşîra Sakayê ev lîstika qirêj tê kirin.

ÇEND KESÊN KU SÎXURTIYÊ DIKIN

Em dixwazin navê kesên bêxêr ên ku kontratî û sîxurtiyê dikin û me wan eşkere kiriye bi gelê xwe yê welatparêz parve bikin û wan teşhîr dikin. Divê gelê me yê welatparêz û bi taybetî jî eşîra me ya welatparêz Saka, van sîxurên ku ji bo çend qurişan namûs û rûmeta xwe binpê kirine û ketine xizmeta dijmin, wan nav xwe de nehewîne. Ji gundê Zorava Mûsa Avreş, Mihemedê Mîro tê nasîn Memet Aşan, Alî Ersîn û muxtarê Gungorenê Zekî Çetiz kontrayên ku ji dijmin re sîxurtiyê dikin, li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê me yê welatparêz sûc kirine bila ji vê îxanetê vegerin û di zûtirîn dem de ji partiya me û gelê me yê welatparêz efûyê bixwazin,. Yan na wê Gerîlayên Azadiyê û gelê me yê welatparêz dereng an jî zû wê hesabê vê ji wan bipirsin.

GELÊ ME DÊ WAN DI NAVA XWE DE NEHEWÎNE

Heke ev agirê azadiyê ya ku sedsal in li ser Çiyayê Agirî venemiriye, û gur bûye, Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê ev 40 sal in bê navber şer dikin û ev berxwedana pîroz berdewam dike, ev bi saya welatparêziya xurt a gelê me yê Bazîdê û eşîra Saka ye. Heke îro ev kesên bênamûs ên ku rûmeta xwe pêşkêşî dijmin dikin derdikevin jî em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me yê welatparêz van kesan teşhîr bike û xwedî li peywira xwe derkevin.

EM BI TÊKOŞÎNA KU JI BO GELÊ EVÎNDARÊ AZADIYÊ YE DIDIN SERFIRAZ IN

Her ferdekî gelê me yê hêja yê Bazîdê û eşîra me ya welatparêz Saka, wê ji dîrokê heta niha li hemberî dijminê qirker ê mêtingerî helwesta welatparêziyê ya bi rûmet nîşan bide. Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Çiyayên Serhadê em gelekî serbilind in ku ji bo gelê wiha birûmet û azadîxwaz bi fedekarî têdikoşin. Em bi rûmet in ku em zarokên gelê wêrek wek we ne. Bi serbilindî û rûmeta ku em bi baweriya gelê me yê Kurd ê bindest hîs dikin, em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê hîn mezintir bikin û teqez em ê bi ser bikevin û gelê xwe yê welatparêz bi rêzdarî silav dikin."