2 gerîlayên ku di bombebaranê de şehîd bûn li Licê hatin veşartin

Gerîlayê YJA Starê Hulya Demîrer û gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel ên li navçeya Licê ya Amedê di encama bomberdûmana dijwar de şehîd bûbûn, li bajarên xwe hatin veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Çetîn Temel (Demhat) ku di bomberdûmana bi saetan a li Navçeya Daraqol a Licê de şehîd bûbû, li Wanê hate veşartin.

Cenazeyê gêrîla roja Çarşemê ji Amedê hate wergirtin û anîn Elîhê.

Cenazeyê Temel li Goristana Karşiyakayê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Hêzên dewleta Tirk destûr da ku tenê malbata gêrîla beşdarî merasîmê bibin.

Gerîlaya YJA-Star Hulya Demîrer (Axîn Mûş) ku di heman pevçûnê de şehîd bûbû, birin Mûşê.

Cenazeyê Demîrerê jî li gundê Hoşgeldî yê girêdayî navçeya Kop a Mûşê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin.