Uçar: Alîkarî ji taxên Kurd-Elewiyan re nehat şandin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê çû serdana mexdûrên erdhejê û got: “Alîkarî ji taxên Kurd-Elewiyan re nehatiye şandin.”

Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên erdhejê di roja sêyan de li Mereşê dom kir. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Çepên Kesk Elîf Bulut, Endama MYK’a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevtap Akdag û parlamenterên Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez û Tulay Hatîmogûllari li Mereşê çendek hevdîtin pêk anîn.

Şande, ji ewil çû serdana esnafên Taxa Namik Kemal a li navçeya navendî ya Dulkadîroglû û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Piştre jî çû serdana gundê Zînkonê û bi gel re civîn li dar xist. Welatiyan pirsgirêkên xwe yên ji ber erdhejê qewimînin vegotin. Welatiyan da zanîn ku ji roja erdhejê heta niha bi saya alîkariyên saziyên civaka sivîl xwe li ser pêyan digirin û rayedaran sozên xwe pêk neanîne. Şêniyan da zanîn ku ji bo avahiyan cih hatiye diyarkirin lê tu xebat nayên kirin û li taxa wan sed mal hilweşiyane. Şêniyan, destnîşan kirin ku ji bo were gotin xebat tên kirin li taxa wan kêmek avahî hatine ava kirin û bal kişand ser zehmetiyên demsala zivistanê.

Jinên tev li civînê bûn jî diyar kirin ku di konan de dimînin û erdhej ji bo jinan gelek zehmettir derbas bûye. Jinan, got ku ewlehî û mahremiyeta wan ji holê rabûye, tu mekanîzmayên ku binpêkirinên li dijî wan tên kirin jê re vebêjin nînin. Şandeyê jî pirsgirêkên welatiyan nivîsandin û diyar kirin ku dê li Meclisê bînin ziman û ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.

Şande, piştre çû Taxa Çixliyê. Şandeyê pirsgirêkan welatiyan nivîsand û got ku dê jê re bibin bersiv.

Piştre şande çû navçeya Bazarcixê. Li konteynira ku weke rêxistina HDP’a Bazarcixê tê bikaranîn bi gel re civiya. Beriya civînê, daxuyanî hat dayîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniyê de axivî û got ku weke Partiya Çepên Kesk ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadan e.

Uçar diyar kir ku ev 3 roj in weke şande li herêmên erdhejê digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyeyê di tevahiya dîroka xwe de tu caran ji bo erdhejan berpirsyartî li xwe negirt û ji bo dermankirina birînên gel nekete nava hewldanan. Ev, tercîheke. Hewl didin vê erdhejê bidin jibîrkirin. Lê ne erdhejeke wisaye ku bikarin bidin jibîrkirin. Di esasê xwe de gelê me du erdhej bi hev re jiyan. Yek ji wan karesata xwezayî bû û ew qediya. Ya duyemîn jî erdheja dewletê bû. Di 3 rojên ewil ên erdhejê de gelê me pirsa ‘dewlet li ku ye?’ dikir. Erdheja dewletê ji roja ewil heta niha didome.”

‘HÊJ KAVIL NEHATINE RAKIRIN’

Bi domdarî Uçar, ev tişt anî ziman: “Li herêmên erdhejê pirsgirêka avê heye. Gelek konteyner hene ku ev 7 meh in ne daşir ne jî serşokên wan hene. Hêj jî kavil nehatine rakirin. Desthilata AKP-MHP’ê ji piştevaniya me ya bi mexdûrên erdhejê re gelek aciz e. Lewma li Mereşê qeyûm li navenda piştevaniyê tayîn kir. Ev tişt li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Gelek kavil hêj li şûna xwe disekinin. Ev desthilat tiştekî pir ecêb dike, şîrketa ku îhale wergirtî ji bo hesin jê derxîne dest bi kar dike û piştî hesinan ji kavilan derdixîne jî kavilan li şûna wê dihêle. Ji ber ku hesin pere dike.”

CIHÊKARIYA LI HERÊMÊN ERDHEJÊ

Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hilbijartinê, desthilatê sozên xwe ji bîr kir. Lê tevî wan jî gel birînên xwe derman dike. Bêguman dê di rêveberiyên herêmî de jî heman tiştan bibêjin. Gelo ev xelkê ku di kele kela havînê de bêav hatiye hiştin dê di demsala zivistanê de çawa bijî? Zarok nikarin biçin dibistanê, barê jinan giran bûye. Desthilat dibêje ku ‘ez tenê xizmetê ji kesên deng dane min re dikim.’ Alîkarî ji taxên Kurdan-Elewiyan re neşandin. Li hinek cihan 3-5 înşaet hatine çêkirin ku temamiya wan gundên tirkan û suniyan e. Em ne li dijî vê ne lê hûn mecbûr in ku alîkariyê bidin hemû welatiyan. Li dijî vê cihêkariya bawerî û etnîkî banga me ya ji bo AKP’ê ev e; xwediyên vî welatî tenê hûn nînin. Em ê bi hev re birînên xwe derman bikin.”

ŞANDE DÊ SIBE BIÇE HATAYÊ

Piştî daxuyaniyê, şandeyê di civînê de li pirsgirêkên gel guhdarî kir. Şande dê piştî bernameyên li gundên Musolar û Elîfanayê dawî li serdanên xwe yên Mereşê bîne û sibe derbasî Hatayê bibe.