Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat hat kirin

Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Pasûr Rohat ê di 18'ê Îlonê de di bomabrdûmanê de şehîd bibû, hat kirin.

Di 18'ê Îlonê de li gundê Daraqolê yê navçeya Licê ya Amedê di bombardûmanê de 4 gerîlayên HPG’ê şehîd bibû. Ji van yek jî gerîlayê HPG'ê Cîhat Ay (Pasûr Rohat) bû. Ji bo gerîla Pasûr Rohat li gundê Cihekan ê navçeya Pasûrê şîn hat danîn. MEBYA-DER, TÛAYDER, Komeleya Alimên Dîn a Amedê, Dayikên Aştiyê, MED-DER, Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP û Parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya serdana şînê kirin.

Di şînê de ji bo şehîdan deqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê dua hatin xwendin.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas ku di şînê de axivî got: "Dewlet bi hemû hovîtiya xwe bi ser gelê Kurd de tê. Me bi şehîdên me diceribîne. Cenazeyan bi kargoyan ji dê û bavan re dişînin. Mafê merasîma dînî mafê hemû kesî ye. Lê tevî vê êşkenceya dewletê jî em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dê wekî wan serê me bilind be. Em di şexsê malbata xwe de dibêjin serê hemû malbatan sax be, şehîdên me nemirin."