Cenazeyê Bulbun 5 seat in li nexweşxaneyê tê rawestandin

Cenazeyê Denîz Bulbun ê li Hewlêrê hat qetilkirin 5 saet in li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ku ji bo otopsiyê biribûn, tê rawestandin.

Cenazeyê Denîz Bulbun ê di 18’ê Îlonê de di êrîşa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêrê hate qetilkirin, piştî li merasîma bajêr ji bo veşartinê ber bi bajarê wî ve bi rê kirin.

Girseya ku Parlementerên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal Aslan, Kamûran Tanhan û Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn, ji bo pêşwazîkirina cenazeyê çûn deriyê sînor.

Cenazeyê Bulbun li deriyê sînor ku di bin dorpêça leşkeran de bû hiştin, piştre bi hinceta otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Cenazeyê Bulbun nêzî 5 seat in li nexweşxaneyê tê ragirtin.