HPG: Li Zapê 5 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zapê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zapê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li qadên Girê Cûdî û Girê FM'ê yên herêma Zapê 5 dagirker hatine cezakirin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:
"Li herêma Gabarê;
17'ê Îlonê li qada gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê, di navbera hêzên yên bi erka xwe radibûn û dagirkeran de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyê me Rênas şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Rênas wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
19'ê Îlonê saet di 06:30 û 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
19'ê Îlonê sate di 14:30, 17:00 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 3 çeperên dagirkeran hate xistin.
19'ê Îlonê saet di 11:45 û 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
20'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
19'ê Îlonê saet di 12:25 û 22:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li wan dagirkeran hate xistin ku hewl didan lê bi cih bibin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.
19'ê Îlonê saet di 08.20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
19'ê Îlonê saet di 13:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê li dijî dagirkerên ku bombe li tunelên şer dibarandin bi sekvaniyê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
19'ê Îlonê li Herêma Rojava ya Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran, qada berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li Metînayê jî qadên Gundê Dergelê, Gundê Bazê û Gundê Bêşîlî 3 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
19'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û metîna bi topan hatin bombekirin."