Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn

Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Amedê li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn.

Rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de ji hêla endamên JÎTEM'ê ve li Kolana 442’yan a Taxa Cumhuriyetê ya Semta Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û bi tevlibûna Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), kurê Mûsa Anter Dîcle Anter, nivîskarê Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Mehmet Kamaç, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), nûnerên saziyên civaka sivîl ên Amedê û gelek rojnamevanan bi merasîmekê hate bibîranîn. Di bîranînê de wêneyên apê Mûsa û rojnamevanên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Polîsan destûr nedan ku wêneyên rojnamevan Ferhat Tepe û Yilmaz Yakut ên hatin qetilkirin werin hilgirtin. Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de ji ewil Berdevka MKGP'ê Roza Metîna axivî. Metîna, di serî de Apê Mûsa bi bîr anî û wiha got: “Tevî hemû zextan jî Apê Mûsa dest ji rojnamevaniyê berneda. Apê Mûsa bi pênûsa xwe têkoşîneke mezin da. Em ê her tim pênûsa wî bigirin û dev jê bernedin. Em ê di her şert û mercan de mîrateya Apê Mûsa biparêzin. Li vê dewletê polîtîkayên bêcezakirinê hene. Bersûcên Apê Mûsa nehatin cezakirin.”

Piştre rojnamevan Huseyîn Aykol axivî. Aykol, ev tişt anî: “Apê Mûsa yê delal; min par li vir raporek pêşkêşî we kir û ji roja ku hûn hatin qetilkirin heta niha me rojname derdixist û televîzyonên me yên herêmî çêbûn. Yên ku hûn bi hovane qetil kirin digotin ku qey em ê dev jê berdin. Lê belê me alaya te bilind kir. Me nûçeyên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane çêkirin. Hevalên me careke din rastî darizandinên nehiqûqî hatin. Di nava 20 salên dawî de zêdetirî 30 hevalên me bi hincetên sexte hatin girtin. Lê hevalên me, hem li hundir hem jî li derve xebatên xwe didomînin. Bila guhê te qet li ser me nemîne. Em soza xwe ya me dabû te bi cih tînin û alaya ku we bo me mîras hiştî hêj bilindtir dikin. Em ê di pêşerojê de jî li vir bin. Em li vir in, em berdewam dikin, em ê bidomînin.”

Kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî wesiyeta bavê xwe bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Gotineke bavê min heye ku dibêje; ‘Bila ciwanên kurd min di gora xwe de rihet birazînin.’ Îro em dibînin generalên biçûk ên Apê Mûsa, pênûsa wî ya hatibû şikandin careke din temîr kirine, bi destê xwe girtine û rêya wî didomînin. Ew pênûs qet naşikê. Gelek rojnamevanên dilsoz tev li şaxên wê dara çinarê ya mezin bûn. Bavo! Rehet be. Ji ber ku generalên biçûk pênûsa te hilgirtine.”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç jî Apê Mûsa bi bîr anî û wiha got: “Bi sedsala ye gelê kurd bi komkujiyan re rû bi rû ye. Apê Mûsa ne yê ewil û ne jî yê dawî bû. Digotin qey heke Apê Mûsa qetil bikin dê çapemeniyê jî biqedînin. Apê Mûsa, apê gelê kurd e, tu carî nayê jibîrkirin û ew navê berxwedanê ye. 31 sal berê Apê Mûsa li vir hate qetilkirin. Lê em dizanin ku par careke din bi hiqûqê hate qetilkirin. Bi awayekî eşkere qanûn binpê kirin û faîl bêceza hiştin. Em ê Apê Mûsa tu carî ji bîr nekin. Mûsa Anter stêrka me ya li asîmane ku her dibiriqe. Ew stêrk, têkoşîna me ronî dike. Rêya wî rêya berxwedanê ye.”
 
Piştî axaftinan, girseyê dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Şehîd namirin” berz kirin û ber bi cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin ve meşiyan. Beşdaran, qurnefîl danîn cihê ku Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin û merasîma bîranînê bi dawî bû.