KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DBP: Ji bo em rojên tarî veguherînin rojên ronî em bêyî navber têbikoşin
DBP’ê bertek nîşanî destgîrkirinên di çarçoveya lêpirsînên navenda wê Mêrsînê de da û got: “Bloka faşîst, dewletê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne, bi destgîrkirinan dibêje qey dê Kurdan bitepisîne. Lê ev hewldan hewldanên vala ne.” -
Xelkê Mexmûrê: Êş û xema Şengalê êşa me ye
Xelkê Mexmûrê ku 4 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide, êrîşa vê sibehê ya li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava hemû bi hev ve girêdayî ne. Xelkê Mexmûrê diyar kir ku êşa Şengalê êşa wan e. -
Meclîsa Erebên Şengalê bang li hikumetê kir: Serweriya xaka xwe biparêze
Meclîsa Erebên Şengalê bang li dewleta Iraqê kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk serweriya xaka xwe biparêze û destnîşan kir ku îradeya wan ji her cûre êrîşan bi hêztir e. -
'Li gorî hiqûqa penaberiyê nêzî xelkê Mexmûrê bibin'
Bi pêşengtiya Tevgera Azadî, kesayetên siyasî û çalakvanan li ser rewşa Kampa Mexmûrê daxuyanî dan û bang li Iraqê, Hikûmeta Herêmê û Neteweyên Yekbûyî kirin ku li gorî qanûnê nêzîkî xelkê Mexmûrê bibin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya li Amedê hate veşartin
Gerîlaya YJA-Starê Hamiyet Yalçinkaya di meha Adarê de li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê wê ji goristana bêkesan hate wergirtin û li Amedê di bin dorpêça leşkeran de hate veşartin. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê hevrê Dilşêr û Bawer de şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin." -
Şandeya Mexmûrê bi nûnerên NY’ê û Iraqê hevdîtinê dikin-NÛ BÛ
Şandeyek ji nûnerên wargeha Mexmûrê, bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rayedarên Iraqê re hevdîtinê pêk tîne. -
Mafê Mirovan ya Iraqê: Nabe ku plan li ser daxwazên Tirkiyeyê bê kirin
Sekreterê Navenda Mafê Mirovan ya Iraqê Elî Ebadî bal kişand ser hewldana artêşa Iraqê ya têlkirin û danîna kuleyan a li Mexmûrê got: “Nabe ku penaber bên bêdengkirin û tişta tê kirin li dijî pîvanên mafê mirovan e.” -
Kesên ku 14’ê Gulanê deng nedan divê di tûra duyemîn de teqez deng bidin
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku kesên di hilbijartinên 14'ê Gulanê de deng nedane, divê teqez di tûra duyemîn a 28'ê Gulanê de ji bo paşeroja xwe deng bidin. -
Balafireke bêmirov a bombebarkirî li Şengalê li malekê da
Balefireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Xelef ê Şengalê li malekê da. -
Rojnamevan Ermîş: Şehîd Karwan dixwest civakê bi rastiyan bihesîne
Rojnamevan Halît Ermîş bal kişand ser kesayeta Şehîd Karwan Horamî û got: “Kesekî kedkar bû. Armancek wî hebû, dixwest civakê bi rastiyê bide hesandin. Wek kesekî Hewramî jî dixwest dengê civaka xwe bigihîne her derê.” -
Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike
Xelkê Wargeha Mexmûrê berxwedana xwe didomîne. Şêniyan duh bi şev di konên berxwedanê de heya siharê govend gerandin. -
Berxwedana Mexmûrê Iraq anî ser maseya muzakereyê
Berxwedana Xelkê Mexmûrê ku 3’ê roj bûn li dijî hewldana leşkerên Iraqê ya ji bo danîna têl û xendekan bi serket û deriyê maseya muzakereyê vekir. -
Ciwanên Şengalî: Em ê bi Mexmûrê re li ber xwe bidin
Ciwanên Şengalî ku li dijî êrîşên bi ser Mexmûrê meşiyan, got: “Rewş ku wiha dewam bike, em ê dest bi berxwedanê bikin. Em nahêlin dijmin planên xwe yên qirêjî yên li ser gelê pêk bîne.” -
Dayikên Mexmûrî bi armanca çareseriyê serdana rayedarên leşkerî kirin
Piştî liv û tevgera zêde û kolandina xendekan dayikên Mexmûrê ku sê roj in di çalakiya nobedê de ne, bi şandeyekê berê xwe dan nik rayedarên Iraqî yên li herêmê. -
Artêşa Iraqê li dora wargeha Mexmûrê hewl dide xendekan bikolin
Tevgera leşkerî û wesayîtên zirxî ya artêşa Iraqê ya li derdora Kampa Penaberan a Mexmûrê zêdetir bû. Li derdora wargehê kepçe hewl didin xendekan bikolin. -
Artêşa Iraqê nehişt ku ciwanê birîndar vegere Mexmûrê
Artêşa Iraqê nehişt ku ciwanê di encama gulebarana hêzên Iraqê de li Mexmûrê birîndar bû, vegera wargeha Mexmûrê. -
Sê partiyên Başûr ji bo Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin
Sê partiyên Başûrê Kurdistanê di bin sêwana Desteya Karên Hevpar a Çepên Kurdistanê ji bo Kampa Penaberan a Mexmûrê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku dev ji kontrolkirina kampê berdin û rêz ji hiqûqa penaberan re bigirin. -
Li ser hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê aliyan şer kirin
Li Parlamenta Herêma Kurdistanê, di rûniştina têkildarî hilbijartinên herêmê de aliyan li hev nekirin û bi hev ketin. -
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê: Dorpêçî heqaret e, em qebûl nakin
Kara: Em dîsa ji dost û dijminan re dibêjin; bi ti awayî em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ev 30 sal in em penaber in, tişteke wiha li ser me nehatiye ferzkirin. Nikarin li ser me ferz jî bikin. Em dixwazin bi keramet û rûmeta xwe bijîn. -
Artêşa Iraqê rê li Mexmûr girt, rê nade rojnamevanan
Artêşa Iraqê ya bi wesayîtên zirxî dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê girt, bi temamî rê li hatin û û çûna Mexmûrê girtiye. Li aliyê din rê nade rojnamevan rewşê bişopînin. -
Roja 3'an a nobeda Mexmûrê: Berxwedan û xweparastin
Jinên ku di konê berxwedanê yên Mexmûrê de cih girtine anîn ziman ku li dijî her dorpêç û danîna têlan ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û xwe biparêzin. -
Ji 7 heta 70 salî xelkê Mexmûrê nobedê digire
Xelkê Mexmûrê, li dijî hewldana artêşa Iraqê ku dixwaze wargehê bike kampeke komkirinê, ji 7 heta 70 salî nobedê digire. -
‘Divê Iraq û NY mafên penaberan biparêzin’
Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê û Meclîsa Amûdê hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya artêşa Iraqê şermezar kirin û xwestin demildest vekişin. -
KCK: Divê Iraq dawiyê li dorpêçê bîne û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike!
KCK: Divê dewleta Iraqê, dorpêça ku li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daye destpêkirin bi dawî bike û dawiyê li rageşiyê bîne. Dewleta Iraqê, pirsgirêkan ne bi hêza leşkerî, dorpêç û ferzkirinê lê bi diyalogê çareser bike.