KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyê nexweş Behçet Kaplan di girtîgehê de hat qetilkirin
Girtiyê nexweş Behçet Kaplan ku di Girtîgeha Xelatê ya Bedlîsê ya Tîpa T'yê de bû, jiyana xwe ji dest da. -
Şehîd Viyan û Bahoz li Mexmûrê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Viyan Ozgur û Bahoz Çiya bi merasîmekî girseyî li Mexmûrê hatin bibîranin. -
Komîsyona Ewlekariya Iraqê derbarê êrîşa li Xanesorê lêkolînek kir
Piştî êrîşa balafirê bêmirov a dewleta Tirk a li ser maleke li navçeya Xanesor a Şengalê, Komîsyona Ewlekariya Iraqê li cihê bûyerê lêkolînek kir. -
'Ji bo dijminahiya PDK’ê eşkere nebe, Komkujiya Hewlêr nayê eşkerekirin'
Keça Qurbaniyeke ya Komkujiya Hewlêrê Leyla Arzû Îlhan diyar kir PDK ji bo xiyanet û dijminahiya xwe li nava Kurdistanê binixûmîne vê komkujiyê eşkere nake û got: “PDK destûr nade li ti qadê ev mijar bê lêkolînkirin û pêşiya vê digire.” -
Rûniştina doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
Rûniştina doza ku bi îdîaya 'Emîne Şenyaşar heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'î kiriye' hate vekirin, taloq bû. -
MED-DER'ê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) destnîşan kir ku, divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkeve û got, “Perwerdeya bi zimanê dayikê divê daxwaza bingehîn a Kurdan be." -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Mêrdîn û Zapê şehîd bûne eşkere kir. -
Dewleta Tirk bombe li Şengalê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bi ser navçeya Xanesorê ya Şengalê. -
Cenazeyê gerîla Serhat Yalçin hate wergirtin
Malbata yek ji du gerîlayên 10'ê Gulanê li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn, cenaze teşhîs kir û wergirt. -
Desteya serokeşîrên Şengalê hişyarî da PDK'ê û Mîr
Desteya serokeşîrên Şengalê hişyarî da ku PDK, mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo berjewendiyên xwe li dijî Şengalê xistiye dewrê û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin. -
MED-DER: Heta Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê em ê têbikoşin
MED-DER’ê ku bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir, destnîşan kir ku heya Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û fermî wê têkoşîna wan a di vî warî de bidome. -
Malbata Şenyaşar bi biryar e: Em ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin
Malbata Şenyaşar di çalakiya destpêkê ya Nobeda Edaletê de ya piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê careke din destnîşan kir ku wê ti carî dest ji armanca xwe bernedin. -
Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin
Artêşa Tirk a dagirker dema ku êrîşî Qadên Berxwedanê ya Girê Hekarî kir, gerîlayên YJA Starê li dagirkeran da. Di şer de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HDP: Em têkoşîna ji bo zimanê Kurdî mezintir bikin
Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê HDP’ê Omer Ocalan bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd hemûyan pîroz kir. -
Êrîşa çekdarî li parlamenterê YNK'ê hate kirin
Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî bû hedefa êrîşeke çekdarî. Hate ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi Gezneyî nehatiye, lê wezîfedarekî wî yê ewlekariyê birîndar bûye. -
KODAR: Parastina ziman parastina kerameta mirovahiyê ye
KODAR’ê bi boneya Roja Zimanê Kurdî diyar kir zimanê Kurdî faktorekî mirovî ye ji bo hemû têkoşerên gelê Kurd, bilindkirina zimanê Kurdî û girîngî dayîn, erkekî exlaqî, mirovî û siyasî yê her ferdekî Kurd e. -
Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîla jî ji bo xweparastinê bersivê didin êrîşan. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG: Li Mêrdînê 8 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê, da xuyakirin ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Mêrdînê de ku 8 rojan li ber xwe daye, 8 dagirker hatine cezakirin. -
‘Xelkê Şengalê amadeye ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî pêşwazî bike’
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Şengalê de hat ragihandin ku xelkê Şengalê ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî amade ye. -
Şandeya Fransî serdana Emîne Şenyaşar kir
Şandeya Fransî di roja 782’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kir. -
Komîteya Zindanê ya PKK’ê ji bo Kirtay peyameke sersaxiyê weşand
Komîteya Zindanê ya PKK'ê ji bo Abdulhalîm Kirtay ê ku piştî hatibû berdan lê piştre şehîd ket peyameke sersaxiyê weşand. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin. -
Şehîd Hozan Mizgîn li Mexmûrê hate bîranîn
Navenda Kevana Zêrîn li wargeha penaberan a Mexmûrê Şehîd Hozan Mizgîn di salvegera 31'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî. -
‘Parastina civaka mezlûm a Êzidî parastina Îslamê ye’
Mamoste Mele Şîrîn Çetîn bal kişand ser fetwa û fitneyên hinek melayên gefê li civaka Êzidî dike û got: “Armanca fitne û fesadiyê dilê dijminê Kurdan xweşkirine, rewa kirina êrîşan e. Ti têkiliya xwe bi parastina Îslamê re nîne.” -
Li Mexmûrê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan.