KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Mexmûrê di encama lihevkirinê de dawî li çalakiya xwe anîn
Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê bi daxuyaniyeke ragihand ku di encama lihevkirinê de hêzên Iraqê ji dora wargehê vekişiyane û xelkê Mexmûrê jî dawî li çalakiya xwe ya konvedanê anîne. -
Li madeneke Xarpêtê teqîn: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Palo ya Xarpêtê li kanekê teqînekê rû da. Karkerekî jiyana xwe ji dest da, karkerek jî birîndar bû. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker 152 caran bi obus, tank û çekên giran 13 caran bi balafirên şer û 2 caran jî bi teqemaniyan êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Malbata Şenyaşar: Li hemberî zilmê bêdeng nemînin
Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018'an de li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, diyar kirin ku divê li hemberî zilma desthlatdariyê kes bêdeng nemîne. -
HPG: Ew bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Sînan, Mazlûm û Ararat bûn meşaleya têkoşîna me ya azadiyê û wê her tim rêya me ronî bikin." -
'Qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ne ya qebûlkirinê ye'
Parêzer Cemal Demîr nerazîbûn nîşanî qedexeya 6 mehan a hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re da û got, “Ev mijarek nayê qebûlkirin. Divê desthilatdarî hesasiyeta raya giştî ya Kurdan cidî bibîne. Ev bûyerek pir cidî ye.” -
'Berê Tirkiyeyê li dîktatoriyê ye, ev yek ji bo herêmê metirsî ye'
Çavdêrê siyasî û siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Selah Saleyî got, piştî ku Erdogan jinûve bû Serokkomar li Tirkiyeyê rêveçûnek ber bi dîktatoriyê çêbû û destnîşan kir ku ev yek xetere ye ji bo herêmê. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Cîlo û Zapê şehîd bûne, eşkere kir. -
‘Nabe ku li ser daxwaza Tirkiyeyê Iraq zextê li Mexmûrê bike’
Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn bal kişand ser hewldana Iraqê û got: “Ev tevgera hikûmeta Iraqê ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye ku taybet li ser kampeke di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de be.” -
Berxwedana Mexmûrê di roja 15’an de didome
Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwestibû dora Kampa Mexmûrê bigire. Gel li hemberî dorpêçê dest bi berxwedanê kiribû. Berxwedan di roja 15’an de bênavber didome. -
Li Westanê îhale dane alîgirên xwe
Şaredariya Westanê ya AKP'ê îhaleyê dide fîrmayên alîgir, lê ew bi xwe vî karî dike. Serokê Şeradariyê Murat Sezer jî qezenceke bêhiqûqî bi dest dixe. -
Şahidên Komkujiya Dersimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
Eşliye Çîçe û Necef Dûman ên ji Terteleya Dersimê sax xelas bûbûn, jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Dûman û Çîçe li gundê Zîmekê hatin veşartin. -
Ciwanên Şengalê Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin
Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê bi meşekê Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin. -
Stranbêjekî azadiyê: Şerger Caf
Şehîd Şerger Caf ku di gerîlatiyê de jêhatî bû, her wiha bi stranên xwe coş û moral dida hevrêyên xwe. -
Gelê Mexmûrê 14 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
Gelê Mexmûrê 14 roj in li dijî hewldanên dorpêçkirina artêşa Iraqê li ber xwe dide. -
Amed: Pêngava 1’ê Hezîranê car din qabîliyeta şer a gerîla nîşan kir
Ji fermandarên HPG’ê Dilêr Amed got: “Pêngava 1’ê Hezîranê car din qabîliyeta şer a gerîla nîşan kir û da diyarkirin ku gerîla amade ye ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran parastinê bike.” -
HPG'ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir
HPG'ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bi sedan carî bombe li çeperên berxwedanê barand. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin. 13 gerîla şehîd bûn. -
Zîlan Vejîn: Divê xwedî li nirxên hevpar ên vê şoreşê derkevin
Hevseroka PJAK'ê: Divê gelên Îranê bikarin çareseriyeke demokratîk li gorî hemû pirsgirêkên gelên Îranê weke pîvanekê destnîşan bikin. Ruheke yekbûyî li nava hemû gelên Azerî , Ereb, Belûc, Faris û Kurd ava bû. -
YBŞ’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk daxuyanî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YBŞ’ê têkildarî êrîşa îro ya balafira bê mirov ya dewleta Tirk ya li ser Şengalê, daxuyaniyek weşand û got: “Li hemberî hemû êrîşan divê gelê me li ber xwe bide û Şengalê biparêze.” -
Li Germiyanê ji bo gerîlayê HPG’ê Caf konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şerger Caf ê di 17’ê Gulanê de li herêma Besta ya Botanê şehîd bûbû, li bajarokê Rizgarî yê herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê konê sersaxiyê hate danîn. -
Şengal hate bombekirin
Êrîşek li ser navenda Şengalê hate kirin. -
Dagirker bênavber êrîş dikin, gerîla xwe diparêze
Artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li qadên gerîla barand. Di encama bersiva gerîla ya li êrîşan de 5 leşkerên Tirk hatin cezakirin. -
PYD'ê ji ber salvegera 48'an a damezrandina YNK'ê peyamek weşand
PYD'ê ji ber salvegera damezrandina YNK'ê ya 48'an peyameke pîrozkirinê weşand û got, "Hêvî dikin ku rêya we ya têkoşînê bi serketinê tacîdar be." -
Serokê Mafê Dadweriyê: Fetisandina xelkê Mexmûrê der hiqûqî ye
Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî bal kişand ser hewldana artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê û got: “Mafê ti hikûmetekê nîne, zilm û zordariyê li kampeke penaberan bike.” -
Telebanî: Ji derveyî yekrêziyê rêyeke din nîne ku herêmê biparêze
Serokê YNK’ê Bafil Celal Telebanî di peyama salvegera 48’an a ji bo damezirandina YNK’ê de got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî rêyeke din nîne ku herêmê biparêze."