'Em alternatîfa rasteqîn a sîstema desthilatdariyê ne'

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula diyar kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, xeta sêyem e, ne opozîsiyon e û ne jî desthilat e û got, "Em alternatîfa rasteqîn a sîstema desthildariyê ne."

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Ebdula bi wesîleya salvegera 9'an a damezrandina Tevgera Azadî ji ANF'ê re axivî.

Selam Ebdula wiha axivî:

"Qonaxa ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têde ava dibe, qonaxek e ku metirsiyên pir cidî li ser Başûr û Iraqê hebû. Hêzeke tarîperest a weke DAÎŞ’ê di asta lûtkeya xwe de bû, heta dîmenekî derûnî (ya tirs û xofê) weke ku efsaneyekî ku qet bin nakeve li ser herêmê dabû çêkirin. Bêguman ev efsaneye bi destê xort û keçên Kurd hat şikandin. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, bi nêrîna me, me wisa dizanî ku partiyên siyasî nikare wê rewşa ku li herêmê heye çareser bike, her wiha rewşa gelên herêmê, gelên Iraqê bi taybetî gelê Kurd ku ji destê wan bêzar û êş dikişîne.

Ji bo wê rewşê pêwîstî bi alternatîfê hebû; ji ber ku pirsgirêk bi hişmendî û mêyzandina sîstema desthilatdarî ya ji bo rêvebirina civakê ku hişmendî û mêyzandineke şaş e ve girêdayî ye. Di heman demê de ew aloziyên ku hebûn bi wan hewl û xwendinên xwerû ve çareser nedibûn.

Ez vegerim ser xaleke din da ku mijar ronîtir bibe. Hemû wan pirsgirêkên ku li Iraqê hene û hemû wan gengeşe û rewşa ku heye, aloziyên ku hene di hêla aborî de di hêla civakî û siyasî de eger weke encam lê temaşe bikin û wê bi sedem yan xaleke bingehînî ve girê bidin, em dikarin pir bi hêsanî bêjin ku gelên Iraqê ji sûda bihevre jiyankirinê bê par in. Eger em hindek din mijarê kûr bikin; sîstema dewletê bi her du kategorî û pêgehên xwe ve hem weke desthilat û hem jî opozîsiyon, di rastiyê de xwedî wê hêza ku bikaribin wan pirgirêkan çareser û derbas bikin nînin. Ji ber ku forma dewletê formeke ku li ser civakê hatiye avakirin. Ango pergala civakê nîne, wate sîstemek e ku li derveyî civakê hatiye avakirin.

Yanî eger em dewletê weke organ û hebûneke zindî pênase bikin, wate eger pênaseyeke biyolojîkî ji bo wê bikin, mîna parazîtê ye ku li ser ked û xwîna civakê dijî. Sîstema dewletê di xwezaya xwe de sîstemeke qast û çînayetî ye. Yê ku di koma rêveberiya wê de cihê xwe digire, yan jî ew çîna ku desthilat e, di rastiyê de muhafezekar û antî dînamîzma civakê ye. Bi rengekî giştî forma dewletê, ji ber ku formeke siyasî û civakî havçerxê desthilat e, bê guman di hawîrdora desthilat de ger desthilatek hebe divê desthilatdariyek jî hebe, yanî diyalektîkeke nerênî mijara gotinê ye. Yan jî eger dewlemendek hebe divê hejarek jî hebe. Ji ber ku dewlemendiya wan li ser bingehê hejariya hindekan pêk tê.

Di rastiyê de ya ku pir pirsgirêk e û pêwîste em li ser wê nîqaş bikin, feraseta opozîsiyonê ye. Feraseta opozîsiyonê ji feraseta desthilat zêdetir bi pirsgirêk e. Wate di pêkhateya sîstema dewlet de du kategoriyên opozîsiyon û desthilat jî heye, pêgeha opozîsiyonê pêgeheke pir bi pirsgirêk e. Ji ber ku opozîsiyon bi xwe temenê desthilat dirêj dike. Di mêyzandina opozîsiyon de alternatîfa desthilat dîsa desthilat e. Armanca opozîsiyonê gihîştina desthilat e (bûyîna desthilat e). Wate wan hemû hêz û partiyên ku di qonaxa desthilatdarîtiyê de lekeya desthilatê li wan dikeve û qirêj dibin û ji mêyzandina civakê ve dûr dikevin, careke din xwe di pêgeha opozîsiyonê de ji safokê re derbas dikin û xwe paqij dikin û bi domdarî civakê di nava çembera dubare de dizivirînin û ev yek pirsgirêkeke cidî bi xwe re çêdike.

Lewre banga me ev e ku em derkevin derveyî wê mêyzandinê. Ji ber ku di wê baweriyê de ne ku ew mêyzandina ku armanca wê avakirina dewlet e, pêwîste were rexnekirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, xeta sêyem e, ne opozîsiyon e û ne jî desthilat e. Sîstemeke civakî, siyasî ya alternatîf e. Meydana sêyemîn a çareserkirina wan hemû gengeşe, pirsgirêk û aloziyên e ku li herêmê hene. Di aliyê aborî, siyasî, civakî û hwd. ji bo hemû rehendekê û ji bo çareseriya wan hemû pirsgirêkên ku hene, em xwedî proje, têgihîştineke nû û xeyaleke cuda ne. Lewma Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarê mijara ku min behsa wê kir ango ‘Iraqî ji bihevre jiyankirinê bê par in’, niştîmana bi hevre jiyankirina hemû pêkhateyên cihêreng e. Di nava sîstema Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê de her yekeyek otonom e, her yekeyek xwedî xweseriya xwe ye. Ji ber ku di sîstema dewlet-netewe de yan jî di proseya çêkirina sîstema dewlet-netew de ku netewperestî roleke bingehîn têde dilîze, yan jî çêkirina dewletê bi rêya netewperestiyê ve, di rastiyê de hemû wan cihêrengiyan asîmîle dike û wana diguherîne yek rengî. Ji ber wê ew hişmendiye, hişmendiyeke bi pirsgirêk e û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê meydan û saheyeke ji bo bihevre jiyana rasteqîn, ji bo avakirina têkiliyeke sembiyotîk di nava hawîrdora xwe de. Ji ber ku ew pirtûkxaneya ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê pêşengiya wê dike, hemwext her du peymana civakî û peymana siyasî di nava xwe de dihewîne. Ev meydane yan jî pirtûkxane ku nûnertiya neteweya demokratîk/konfedralîzma demokratîk dike, Tevgera Azadî wê fikr û xeyalê di xwe de dihewîne. Em di wê baweriyê de ne ku ev xeyale jî çareseriya wan hemû êş û nexweşî û aloziyên ku li navçeyê hene, bi taybetî li Iraqê. 

Waye em dibînin, nakokiyên mezhebî, nakokiyên etnîkî hene. Ew di demekê de ye ku hemû wan cihêrengiyên heyî mûzayîkek çêkirine. Em hemû di wê hewldanê de ne ku yekîtiya di nava cihêrengiyan de pêş bixin da ku desteke bihêz çêbibe. Ji bo ku bikaribe di bin barê giraniya wan hemû pirsgirêk û aloziyên heyî ku gelên Iraqê bêzar û bê hêvî kiriye û jêre fikar çêkiriye de rabe. Lewre Tevgera Azadî di vê xalê de weke pêwîstiyekê xwe pênase kiriye û em di vê baweriyê de ne ku em alternatîfa rasteqîn a sîstema desthilatdariyê ne, bi taybetî jî ew opozîsiyonên heyî di aliyê siyasî, civakî û hemû aliyan de gelek pirsgirêk derxistine."