Li Amedê di nava 7 mehan de êşkence li 667 kesan hate kirin

OHD’ê eşkere kir ku li Amedê di nava 7 mehan de miameleya xerab û êşkence li 667 kesan hate kirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî binpêkirinên di nava 7 mehan de li Amedê hatine kirin rapor amade kir û rapor li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê parve kir. Li gel endamên komeleyê, her wiha rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Egîtîm Senê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Riza Polat diyar kir ku Tirkiye li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî tevnagere.

Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Zeynep Karayilan rapor xwend. Karayilan, got ku komeleya wan 24 dosyayên têkildarî êşkence û miameleya xerab dişopînin û wiha got: “Ji van dosyayan 14 jê di pêvajoya lêpirsînê de ne û ji bo 9’an jî biryara neşopandinê hate dayîn. Di vê pêvajoyê de tenê ji bo dosyayeke me bi sedema ‘birîndarkirina sivik’ doz hate vekirin û pêvajoya darizandinê didome. Her wiha di nava 7 mehan de li Amedê komeleya me 8 bûyerên êşkence û miameleya xerab tespît kirin û serlêdanên hiqûqî yên pêwîst kir.”

Karayilan, ji bo biryarên “hewcehî bi şopandinê nîne” got ku “encama polîtîkaya necezakirinê ye.” Bi domdarî Karayilan ev tişt anî ziman: “Yek ji deverên ku êşkence û miameleya xerab herî zêde lê tên jiyîn jî girtîgeh in. Lêgerîna tazî, mudaxileya fîzîkî, hejmartina li ser pêyan, derb, heqaret, tecrîda girankirî, heta demekî dirêj bi tenê ragirtina girtiyan a di odeyên yekkesî de, destûrnedayîna sûdgirtina ji çalakiyên civakî û hêj gelek binpêkirinên din li girtîgehan diqewimin. Hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla ruhî ve sepanên êşkenceyê li girtiyan tên ferzkirin.”

Bi domdarî Karayilan diyar kir ku êşkence û miameleya xerab a li cihên nefermî zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe ev demekî pir dirêje bi awayekî keyfî mafê lidarxistina çalakî û xwepêşandanên aştiyane tê astengkirin û mafê azadiya xweîfadekirinê tê binpêkirin. Yên dixwazin van mafên xwe li dar bixin jî rastî miameleya xerab û êşkenceya hêzên ewlekariyê tên. Divê derheqê van hêzên ewlekariyê de tavilê lêpirsînên bibandor bên destpêkirin.

Em dixwazin pêvajoyên lêpirsînê bibandor bên meşandin. Di serî de Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir, divê hemû otorîteyên cemaweriyê yên bibandor û berpirsyar ji bo lêpirsînên bibandor bikevin nava hewldanan û dev ji polîtîkaya necezakirinê berdin.”

Tespîtên di raporê de wiha ne:

“* Ji bilî kesên di çalakiya Newrozê ya di 21’ê Adara 2023’yan de bi awayekî neqeydkirî hatine binçavkirin, 57 jê zarok bi giştî 350 kes bi êşkence û miameleya xerab hatin binçavkirin û her wiha bi sedan kes destkelemçekirî bi saetan di wesayîtê de hatin sekinandin.

* Hêzên ewlekariyê di 28’ê adara 2023’yan de li korîdorên edliyeya navçeya Bismilê ji ewil li pêşiya odeya dozger û piştre jî li daşirê êşkence û miameleya xerab li welatiyekî ji sedî 72 astengdar kir. Endamên me yên li edliyeyê serî li saziyê dan.

* Di çarçoveya operasyona navenda wê Amed a di 25’ê nîsana 2023’yan de hatiye destpêkirin de nêzî 200 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin navendên qereqolan ên li deverên cuda yên bajar. Ji ber biryara qedexeya hevdîtinê nekarîn 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û agahî jê nehatin girtin. Piştre hate tespîtkirin ku hejmareke bi ser kapasîteya nezaretxaneyan li heman cihî hatine ragirtin û bêhewa hatine hiştin. Piştre jî welatiyên derxistin edliyeyê bi saetan di korîdorên edliyeyan de hatine destkelemçekirî hatine sekinandin. Her wiha welatiyên derxistin pêşberî dozger, bi awayekî dermirovî zêdetirî saetekê li ser pêyan hatine sekinandin û îfadeyên wan hatine girtin.

* Li gundê Turelî yê Licê 4 welatiyên şivantî dikirin bi îdiaya gumanbar di sasetên serê sibehê de bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin binçavkirin û rastî êşkence û miameleya xerab a hêzên ewlekariyê hatin. Ji pişt ve hatin kelemçekirin û pêdevî li erdê hatin dirêjkirin. Piştî gundiyên din ketin navberê hatin berdan. Yek ji faîlên vê bûyerê di 12’ê tîrmeha 2023’yan de li ser hesaba xwe ya Tîktokê bi sernavê ‘ÎNTÎKAM’ vîdeo parve kir. Ji mexdûrên bûyerê H.Y. serî li saziyê da.

* Di 17’ê tîrmeha 2023’yan de dema hêzên ewlekariyê li Parka Rihanê welatî binçav dikir, hêzeke zêde bi kar anîn û midaxileyî welatiyan kirin. Di dema binçavkirinê de gaza îsotê ya sprey avêt çavên welatiyan û piştre jî heta demekî êşkence û miameleya xerab lê kirin. Ji mexdûrên bûyerê M.S. serî li saziya me da.

* Di 26’ê tebaxa 2023’yan de hêzên ewlekariyê li Farqînê bi ser konê welatiyên koçertî dikirin de girtin û 4 welatî bi êşkence û miameleya xerab binçav kirin. Her wiha konên wan hatin şewitandin. Nehiştin 24 saetan bi miwekîlan re hevdîtin were kirin. Di dîmenên li ser çapemeniyê belav bûn de xuya dike ku du welatî hatine tazîkirin, ji pişt ve hatine kelemçekirin û li erdê hatine dirêjkirin.

* Di 9’ê cotmeha 2023’yan de hat xwestin ku li Parka Koşuyoluyê daxuyanî were dayîn. Lê hêzên ewlekariyê êrîş kirin û 105 welatî bi êşkence û miameleya xerab binçav kirin. Ev welatî bi saetan di hundirê otobûsê de destkelemçekirî hatin ragirtin. Her wiha di dema binçavkirinê de zêdetirî 12 saetan tu xwarin û vexwarin nehatin dayîn.”