Cenazeyê Salaz gihîşt Wanê

Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz gihîşt Wanê.Cenaze wê li Goristana Akkopru ya li navçeya Tûşbayê bê veşartin.

Rojnameger Necmettîn Salaz 14’ê cotmehê li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salaz gihîşt Wanê. Cenaze, êvarê anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê û ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî bidawîbûna otopsiyê, cenaze anîn Wanê. Cenazeyê Salaz wê piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê, li Goristana Akkopruyê ya navçeya Tûşbayê bê veşartin.

Malbata Salaz wê şîna xwe li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya li ser Rêya Kaleyê deyne.