KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Çend car din nûçeya hevrêyê xwe yê şehîd çêbikim!'
Canê min dişewite û diare! Mîna ku hinek ruhê min bi zorê ji vê bedenê hilbikişîne, êş ji canê min hiltê. Mîna êtûna volkanekê di nava xwe de dikelim û dişewitim. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Licê şehîd bûne eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di 10’ê Gulanê de li Licêya Amedê gerîlayên bi navê Dilgeş Zagros (Serhat Yalçin) û Bawer Korkmaz (Mûrat Aslan) şehîd bûne. -
Cenazeyên 2 gerîlayan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin
Cenazeyên gerîlayên bi navê Dîcle Yemen û Mehmet Şakir Alici yên ku li herêma Şirnexê ya Bestayê şehîd bûn, ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. -
Beriya her hilbijartinê de qirkirina siyasî
AKP ku li Kurdistanê her tim di hilbijartinê de li hemberî HDP’ê têk diçe li şûna ku di sindoqan de bibe reqîbê HDP’ê, li hemberî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî dide meşandin. -
Cenazeyê Bahoz Çiya ku hatibû teşxîskirin, li goristana bêkesan hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bahoz Çiya ê ku ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin jî, li Goristana Bêkasan hat veşartin. -
KJK: Meha Gulanê navê berxwedan û biryardariyê ye
Koordînasyona KJK'ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Meha Gulanê ji bo tevgera me ya azadiyê navê berxwedan, îdîa, soz û biryardariyê ye." -
Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna edaletê veguhezînin Enqereyê
Ferît Şenyaşar ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dewam kir got, "Ez ê têkoşîna edaletê veguhezînim Enqereyê û wê dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê bidomîne.” -
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê şehîd Karwan Horamî bi bîr anî
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand ku Karwan Horamî di encama nexweşiyekê de 14'ê Nîsana 2023'an şehîd bû û sersaxî ji malbata şehîd Horamî û gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwest. -
Daxuyaniya KCK'ê ya li ser hilbijartinê: Li Tirkiyeyê faşîzm wê teqez hilweşe
KCK'ê diyar kir ku hilbijartin di nava şert û mercên giran ên zordariyê de hate kirin, encam jî ne mîna ya hatiye eşkerekirine û got, "Li Tirkiyeyê faşîzm wê teqez hilweşe û Tirkiye wê demokratîk bibe." -
Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, bi hezaran xwendekar bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya dawiya salê. -
HPG'ê Aram Sîrvan bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê gerîla Aram Sîrvan ku 16'ê Kanûna 2022'an li Zapê di êrîşa hewayî de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî. -
Ruhê veşartî yê Ocalan û PKK’ê: Hakî Karer
"Hevrê Hakî Karer ji bo serxwebûna Kurdistanê xwe da pêş, çawa ku mirin da ber çavan, berxwedana proleterî, raman xwe ya serbixwe pêl bi pêl belavî welêt kir, ferz kir ku ji bo oxira vê divê xwîn bê rijandin." -
Ji bo lêpirsîna Qetlîama Hewlêrê bê kirin, wê serî li Parlamentoya Iraqê bê dayîn
Malbatên di qetlîama sala 1997’an a PDK’ê ya li dijî dehan kesên ji parastina bêpar de xizmên xwe ji dest dane, li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo pirsîna li qetlîamê serî li Parlamentoya Iraqê bidin. -
Xelkê Şengalî: Bi êrîşan nikarin îradeya me teslîm bigirin
Xelkê Şengalî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, “Bi van êrîşan nikarin îradeya gelê me teslîm bigirin.” Ji bo pêşîlêgirtina êrîşan jî bang li civaka navneteweyî hate kirin. -
Şêniyên Mexmûrê serdana şîna Viyan Ozgur kirin
Şêniyên Mexmûrê berê xwe dan şîna ji bo Serkeftin Demîr (Viyan Ozgur) hatî danîn ku 21’ê Nîsana 2023’an li Zapê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. -
HPG: Êrîşên AKP-MHP'ê bi rêk û pêk dewam dikin
HPG: Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, operasyonên rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi rêk û pêk dewam dikin. Lewma jî şer diqewime û ji herdu aliyan windahî çêdibin. -
Li Silopiyayê terora bi wesayita zirxî: Zarokek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk li zarokekî 5 salî xist. Zarok bi giranî birîndar bû. -
Kujerên welatparêzên Kurd têne veşartin!
Di nava sê salên dawî de li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyeyê 6 êrîş hatin kirin û heta niha kujerên wan ji aliyê PDK-Parastinê ve têne parastin, nehatine girtin. Salek li ser qetilkirina Zekî Çelebî re bihurî, lê hîn jî kujer nehatine girtin. -
NPG: Em ê her tim li ser şopa xeta şehîdan bin
NPG'ê Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Em ê her tim li ser şopa xeta şehîdan bin, meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad her roj mezin bikin, xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û bi serketinê tacîdar bikin." -
Kalkan: Divê her kes li dijî feraseta faşîst têbikoşe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir heke feraset û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker ji holê neyê rakirin wê ev tişt ji bo hemû kesan xetere be. -
'Bi vegera li Şengalê bersivê bidin êrîşan'
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li Xanesorê destnîşan kir ku helwesta wan a li hemberî êrîşan wê timî berxwedan be û bang li Şengaliyên li kampan jî kir ku bi vegera li warê xwe bersivê bidin êrîşan. -
Li 14 herêmên li Şirnexê qedexe hate ragihandin
Li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê 14 herêm ji 16 heta 30'ê Gulanê weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' hatin qedexekirin -
'Em dixwazin rêxistinên enternasyonalîst ji sûcên çekên kîmyewî agahdar bikin'
Ji beşdarên konferansa nîqaşkirina karûbarên OPCW Hejar Nûredîn Kakeyî diyar kir ku ew hewl didin têkiliyên bi saziyên enternasyonalîst re xurt bikin, sûcên li dijî gelê Kurd bi wan re nîqaş bikin û piştevaniyeke navneteweyî bi dest bixin. -
KCK: Şehîdên meha Gulanê pêşeng in
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir li ser rêya azadiya gel û welat de, ji bo pêşketina çanda cesaret, fedakarî û qehremaniyê de Şehîdên Meha Gulanê pêşeng in. -
PKK: Em hîn bi bandor têbikoşin
Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, encamên hilbijartinê yên 14'ê Gulanê nîşan dan ku divê li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker têkoşîneke bêrawestan û hîn bi bandor bê kirin.