Cenazeyê rojnamevan Salaz hat veşartin

Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz li Wanê hat veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartinê bûn.

Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz ku 14’ê Cotmehê li Başûrê Kurdistanê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin. Cenaze serê sibehê anîn bajêr, destpêkê birin Goristana Akkopruyê ji wir jî birin Mizgefta Boyalarê. Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan,  nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), TÛHAY-DER, MEBYA-DER, KESK û rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevanana pêşwaziya cenaze kirin.

Piştî nimêja nîvro, nimêja cenaze li mizgeftê hat kirin û cenaze birin Goristana Akkopru ya li Tûşbayê ku navçeyeke Wanê ye. Polîsan ku dor li goristanê girtibû, ji xeynê malbatê nehişt kes biçe nav goristanê. Gel nerzîbûn nîşanî polîsan da. 

Ji malbatê 30 kesan cenazeyê Salaz veşart. Cenaze hat veşartin û bi şûn de gel çû Mala Hewariyê ya Mizgefta Hayretiyeyê ya Kevin. Hewarî wê bi du rojan li vir hebe.