Cenazeyê Dilovan Îşlek bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Dilovan Îşlek ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Mexmûrê hate veşartin.

Duh (17 Cotmeh) li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, wesayîta malbatek xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê, ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin. Di encama êrişê de, ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû, 3 jin jî birîndar bûn. Duh bi şev cenazeyê Dilovan gihişt wargeha Mexmûrê û ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê Dilovan îro bi tevlîbûna hezaran kesî, bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Nûjîn ya wargehê spartin axê.

Bi kombûna hezaran kes ya li Saziya Malbatên Şehîdan, merasîm bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta şehîd Dilovan Îşlek de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî.

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftina xwe de êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşîst bi tûndî şermezar kir û da diyarkirin ku kesê Kurd yê demarê esîl û şerefê lê bigere di hedefa êrişên dewleta Tirk a faşîst de ye û got; “Dewletek ewqas rezîle ku dikare ji bo kesekî welatparêz bi dehan balafirên xwe rêke. Tirsa ji Kurdê bi rûmet eve. Rêhevalê me Dilovan ku di penabertiyê de ji dayîk bûye bi hestê welat hatiye vî temenê xwe. Têkoşîna wî, kêrhatina wî jî temenê wî mezintire, her wiha êşên tên jiyan kirin jî ji temenê zarokên me mezintirin. Ji ber wê jî mirov çi bêje wê li hember lehengî û têkoşîna vî gelî û van ciwanan wê kêm be. Wek wargeh bi sekna xwe bûne kelemek di çavê dijmin de. Hebûna me ji bo dijmin wek kabûsekêye. Her nefes, gav avêtinek ya me û xwe rêxistin kirinek ya me, bûye derd di dilê dijmin de. Ji ber wê ye ku di nava hefteyekê de du caran wargeha me kirin armanca êrişên xwe. Heta niha bi hêncetên cûda, êriş pêkdianîn. Lê duh Şehîd Dîlovan bi kêlometereyan ji wargehê dûr hat armanc girtin. Emê bi sekna xwe ya mîna Şehîd Dîlovan dijmin û xayînan têkbidin.”

Li ser navê malbatê jî mamê Şehîd Dîlovan, Mehmûd Îşlek axivî û daxuya kirin ku divê gelê Kurd li hember xiyenetê bibe xwedî helwest û wiha got: “Ev ne şehîdê destpêkê ye, bila serê gerîlayên azadiyê û girtiyên azadiyê saxbe. Pêwîste em li hember xiyanetê bibin xwedî helwestek tûnd. Heta xiyanet têkneçe emê bi sernekevin. Ez çavê zarokên mexmûrê maç dikim hemû Dîlovanê me ne.”

Her wiha dayîka Şehîd Dîlovan Îşlek, Helîm Îşlek ya ku di heman bûyerê de bîrîndar bûyî jî wiha got: “Hûn hemû li ser serê min û çavê min hatin. Dîlovan ne kurê min tenê bû, kurê we hemûyan bû. Serê Serokatî, gerîlayên serê çiya û girtiyên azadiyê saxbe. Ez soz didim şehîdan ez li ser doza Dîlovan ne vegerim û tişta ku bikeve ser milê min ez bikim.”

Piştî merasîmê cenazeyê Şehîd Dilovan Îşlek li ser milan di bilind kirina dirûşmeyên ‘Bimire xiyanet’ û ‘Şehîd nemirin’ de ber bi goristan Şehîd Nûjîn ve hate birêkirin û li wir sipartina axê.