Mihçi: Berpirsyariya me bi kongreyê zêdetir bû

Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Mûrad Mihçi diyar kir ku enerjiya roja HDP ava bûye ketiye destê wan û got: ‘’Ev pir hêja ye, mirov pê kelecanî dibe û nîşaneya zêdebûna berpirsyariya me ye.’’

Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Mûrad Mihçi got ku tevî hemû astengiyan pêkhatina kongreyê ewqas bi xurtî ji bo wan bûye moral û bi lêv kir ku lezahiya beriya hilbijartinên herêmî bi wan re çê bûye divê mirov bi famkirina ji gel û pêkhateyan bi awayekê rast bike hêzeke mayînde. 

Endamê Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Mûrad Mihçi ku bi ANF’ê re axivî, kêmasiyên bi pêvajoya hilbijartinê derketine holê û rexneyên ji aliyê gel ve hatine kirin ji bo pêngava sazkirina xwe ji nû ve gelek giring in. 

Mihçi îşaret pê kir ku şertên pêngava sazkirina xwe ji nû ve, ne bi pêvajoya hilbijartinê çê bûne û destnîşan kir ku tiştên di pêvajoya hilbijartinê de qewimînê ji ber xitimînê ye ku berdewam e. 

‘KONGREYEKE PIR BAŞ BÛ’ 

Mihçi anî ziman ku di pêvajoya çûyîna kongreyê de rolê gel diyarker bûye û ev tişt gotin: ‘’Beriya kongreyê bi du rojan jin, du rojan jî lihevketî konferans çê bûn. Ez jî li Enqereyê li konferansê bûm. Ji xeynê delegeyên berê yên partiyê, gelek pêkhate axivîn, nirxandina berê hat kirin û nexşeya pêvajoya siberojê hat diyarkirin. 

Li konferansê li ser hemû pirsgirêkan axaftin hat kirin, rêxistinbûnê rexne li xwe kirin. Beriya konferansê civîn bi gel re hatin kirin û guhdarî li rexneyên gel hatiye kirin. Pêvajoyeke amadehiyê ya wisa bû ku nûnertiya hemû hêmanên hez ji partiyê dikin hat armanckirin. Bi vê destpêka xurt, diyar bû ku wê kongre çawa derbas bibe. Kongre li ser esasê vê paşxaneyê pir baş derbas bû û nexşerêya pêvajoya ji pêş re bi kongreyê hat tacîdarkirin.’’ 

Mihçi derbirî ku tevî hemû astengiyan tevlêbûna kongreyê ewqas bi girseyî ji bo wan bûye moral û wiha axivî: ‘’Bi ya min me niha enerjiya roja HDP ava bû, bi dest xistiye. Ev gelek hêja ye û mirov pê kelecanî dibe. Nîşaneya berpirsyarîbûnê ye ku dikeve ser milên me. Divê mirov bi bendewariya gel baş bizane. Di vê pêvajoyê de ku nêzê hilbijartinên herêmî ye, bawer im ku em ê bi ser bikevin.’’ 

‘NÛNERTIYA HEMÛ GEL Û PÊKHATEYAN NE HÊSAN E’

Mihçi bi bîr xist ku wan armanc ew e ku bibin partiyeke bingehîn a bi berferehî û li keda li Kurdistanê ji wê boneyê tê dayîn gelek e û da der ku ew giringiyê bi nûnertiya pêkhateyên HEDEP’ê didin û wisa li rêya xwe dewam dikin. Mihçi da zanîn ku ew Ermen e û ne hêsan e ku mirov bibe partiya Elewî, Ermen, Kurd, jin, kedkar, kêmar û hemû pêkhateyan û berpirsyartiya hemû kesên di nava xebatên partiyê de gelek e û wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Mirov dixwazin bibînin ku bi kesên ji nava wan dertên nûnertiya wan bi awayekê xurttir tê kirin. Pêvajoya nû vê berpirsyariyê jî dide ber me. Divê em deng û rengê civaka ji nav tên bi awayekê xurttir nîşan bidin. Bi pêkhatina kongreyê bi xurtî, biryardariya li ser guherîn û veguherînê, gotinên hevserokan ku kirin ev bawerî bi min re çê bû. Em kelecanî û hêvîdar in.’’