KODAR’ê êrîşa Îsraîlê ya li ser nexweşxaneya Xezeyê şermezar kir

KODAR’ê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke li Xezeyê şermezar kir.

Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser hesaba xwe ya medya dijîtal, têkildarî êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke Xezeyê  daxuyaniyek weşand.

KODAR'ê diyar kir ku yekane rêya çareseriya aloziya Filistîn-Îsraîlê çareseriya demokratîk û aştiyane ya di navbera her du gelan de ye.

Peyama KODAR’ê wiha ye;

“Êrîşkirina ser nexweşxaneya Ehlî El Memedanî ya Xezeyê  û di encamê de qetilkirina bi sedan mirovên bêtawan û bêguneh, li beramberî hemû gelan sûcê şere. Komkujiyek ku têde nêzîkî 500 kesan hatine qetilkirin, tê wateya gihiştina asta qonaxa şerekê metirsîdar. Ev jî piştrast dike yekane rêya çareseriya aloziya Filistîn-Îsraîlê çareseriya demokratîk û aştiyane ye. Em KODAR vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin."