Di êrişa Koyeyê de sivîlek hate qetilkirin, 3 jî birîndar bûn -NÛ BÛ

Li gundê Kanî Kendî yê navçeya Koyeyê, bi balafireke bombebarkirî a bêmirov êriş li ser wesayitekê hate kirin. Ajokar hate qetilkirin, 3 sivîlên di wesayitê de birîndar bûn.

Li ser rêya gundek yê navçeya Koye wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û biçek ve hate bombebarankirin. Gorî agahiyan şehîd û birîndar hene.

Li gorî agahiyên hatine standin beriya çend kêliyan li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov û bi çek ve hatiye bombebaran kirin. 

Derbarê êrişê de cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê Koye Şêrwan Celal ji Rojnewsê re axivî û got; “Bûyer li nêzî Koye pêk hat. Di encamê de ajokar jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din ên di wesayîtê jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran baş e.”

Şêrwan da zanîn ku hemû kesên di wesayîtê de sivîl bûn û her 4 kes jî endamê malbatekê bûn.