KCK: Em komkujiya dewleta Îsraîlê bi tundî şermezar dikin!

KCK'ê êrîşa dewleta Îsraîlê ya li ser nexweşxaneyeke li Gazzeyê şermezar kir û got, "Ev êrîşa dewleta Îsraîlê êrîşeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş a bi ser gelê Fîlîstînê ve hat, em gelekî êşandiye."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Dewleta Îsraîlê doh bi şev li Gazzeyê êrîşeke hewayî bir ser nexweşxaneyekê û di vê êrîşê de mixabin bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşa ku dewleta Îsraîlê kiriye êrîşeke komkujî û qirkirinê ye. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyera bi êş û giran a bi ser gelê Fîlîstînê ve hat, em gelekî êşandiye. Em gelekî xemgîn in. Di serî de xelkê Gazzeyê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Fîlîstînê re dixwazin. Em careke din piştgiriya xwe ya bi gelê Fîlîstînê û doza wan a mafdar re nîşan didin. Têkoşîna gelan a li dijî zilmê wê teqez bi ser bikeve û hesab ji hemû komkujeran bê pirsîn.

Mixabin ev êrîşên dewleta Îsraîlê li pêş çavên tevahiya cîhanê têne kirin. Dewlet û hêzên hegemonîk ne ji bo çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî tevdigerin. Bi çi rengî nêzî gelê Kurd dibin, bi heman rengî nêzî gelê Fîlîstînê jî dibin. Ti ji nêzên hegemonîk û dewlet naxwazin pirsgirêka Fîlîstînê bi rengekî siyasî çareser bibe û ne alîgirê jiyana hevpar a demokratîk û wekhev a gelên Ereb û Yahûnî ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo vê yekê hewl nadin, naxebitin. Pirsgirêka Îsraîl-Fîlîstînê û rewşa heyî ji bo polîtîkayên xwe bi kar tînin. Têkildarî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Fîlîstînê, bi qasî dewleta Îsraîlê ev hêz jî berpirsyar û sûcdar in. Her yek xwe li aliyê yekî nîşan dide, ku ev yek jî helwesteke xapînok e. Yek ji hêzên ku herî zêde vê dike jî dewleta Tirk e. Derd, hewldan û karê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Fîlîstînê ye, armanca xwe ew e ku li Rojhilata Navîn pêşî li avabûna hevsengiyekê bigire ku polîtîkayên wê yên têkildarî qirkirina Kurdan nexe xeteriyê. Bi temamî ji bo vê armancê tevdigere.

Gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê divê bi vê nêzîkatiyê zanibin û bi piştevaniya xwe ya ji bo gelê Fîlîstînê hîn bêhtir têbikoşin û têkoşînê mezin bikin. Gelekî girîng e ku di serî de gelên Ereb û Yahûdî bi vê nêzîkatiya dewletan zanibin û di nava têkoşîna piştevanî û rizgariya hevpar de cih bigirin. Gelê Kurd jî divê piştevaniya xwe ya bi gelê Fîlîstînê re hîn bêhtir destnîşan bike û têkoşîna xwe bi vê nêzîkatiya piştevaniyê dewam bike. Çareseriya yekane û rasteqîn a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn mejî û nêzîkatiya Neteweya Demokratîk ek u Rêber Apo destnîşan kiriye. Ya ku vê çareseriyê pêk bîne jî têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ya gelên Kurd, Ereb û Yahûdî ye.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em vê komkujiyê careke din bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji gelê Fîlîstînê re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Divê gel bi têkoşîna xwe li ber van êrîşan rabin, dewlet jî dest ji helwesta xwe ya durû berdin ji bo rawestandina van êrîşan û çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê bikevin nava hewldanan."