KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Serokê Mafê Dadweriyê: Fetisandina xelkê Mexmûrê der hiqûqî ye
Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî bal kişand ser hewldana artêşa Iraqê ya li ser Mexmûrê û got: “Mafê ti hikûmetekê nîne, zilm û zordariyê li kampeke penaberan bike.” -
Telebanî: Ji derveyî yekrêziyê rêyeke din nîne ku herêmê biparêze
Serokê YNK’ê Bafil Celal Telebanî di peyama salvegera 48’an a ji bo damezirandina YNK’ê de got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî rêyeke din nîne ku herêmê biparêze." -
Botan Serdar: Em bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê xurt dibin
Ji fermandarên HPG'ê Botan Serdar got, "PKK bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê her roj bêhtir xurt dibe û ber bi serketinê ve diçe." -
Li Kocaeliyê qeza: 13 karker birîndar bû
Li navçeya Gebze ya Kocaeliyê, mînîbusek û TIR'ek li hev qelibîn. Di encamê de 13 kes birîndar bûn. -
HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlaya YJA Starê Sîbel Çelîk (Tavîn Têkoşîn) eşkere kir ku li Bestayê şehîd ket û got, "Wê her tim bi van taybetmendiyên xwe yên bedew bê bîranîn û pêşengiyê ji têkoşîna me re bike." -
'Dîktator çawa dikevin wê Erdogan jî wisa bikeve'
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir têkoşîna li dijî faşîzmê ne bi tenê têkoşîna hilbijartinê ye û got “Erdogan jî wê wekî dîktatorên din ên cîhanê bikeve.” -
Li Mexmûrê îro roja 13'an a berxwedanê ye
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê 13 roj in li hemberî zext û dorpêçê li ber xwe didin. Leşkerên Iraqê hîn jî li dora wargehê ne. -
Doza cînayeta Sîncar: Daxwaza girtina tetîkkêş Yildiz hate redkirin
Daxwaza girtina yek ji tetîkkêşên Hîzbûllahê Cîhan Yilidiz ku tetîkkêşê cînayeta Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar e hate redkirin. -
Malbata Şenyaşar di roja 800'î ya çalakiyê de daxuyanî da
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Rihayê kete roja 800'î. Malbata Şenyaşar careke din destnîşan kir ku heta edalet bi cih were anîn ew bi biryar in têkoşîna xwe dewam bikin. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûne eşkere kir û got “Em sersaxiyê ji malbata hevalên xwe Şerger û Rêncber û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.” -
Parlemento û rêveberiyeke ne qanûnî li ser kar e!
Li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê rojevek pir girîng heye, lê hema bêje nîvê xelkê Başûr hay ji vê mijarê tune û ne di ferqa cidiyeta wê de ne. Ew rojev jî nerewatî û bi temamî fesih bûna Parlementoya Herêma Kurdistanê ye. -
NPG: Sala 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz be
Navenda Parastina Gel salvegera 19’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û got “Di sala 20’emîn a Pêngava me de em serkeftinê ji Rêber Apo, ji şervanên azadiyê yên ku wê meşa me ya azadiyê pêk bînin, ji gelê me û hêzên berxwedêr re dixwazin.” -
Xelkê Mexmûrê 12 roj in nahêle wargeha wan bê dorpêçkirin
Berxwedana şêniyên Wargeha Mexmûrê ya li dijî dorpêçkirinê di roja 12'an de ye. Leşkerên Iraqê hîn jî li dora wargehê ne. -
'Gel wê têkoşîna Sîncar her tim bimeşîne'
Rîska 'bihurîna demê' li ser dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar heye, ku sala 1993'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Hevjîna wî Cîhan Sîncar got, "Dem di ser bibihure jî gel wê bêdeng nemîne û têkoşîna wî dewam bike." -
Federasyona Penaberan a Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir
Federasyona Penaberan a Giştî ya Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir û got: ‘”Mirov bi eşkerehî dibîne ku ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirk a faşîst, penaber wek navgîneke siyasî tên bikaranîn.” -
Malbata Şenyaşar: Têkoşîn mifteya edaletê ye
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê dewam dike, kesên li hemberî zilmê bêdeng neman silav kirin û gotin, "Têkoşîn mifteya edaletê ye." -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker 133 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi obus, hawan û tankan, 6 caran jî bi balafirên şer bombe kir. -
Ji Baroya Colemêrgê daxuyaniya têkildarî êşkenceyê
Baroya Colemêrgê têkildarî êşkenceya polîsan a li Geverê daxuyaniyek da û xwest lêpirsîneke xurt bê kirin. -
Li dijî dorpêçê ji her alî ve berxwedan!
Li konê berxwedanê yê li Mexmûrê, li aliyek berxwedan li aliyê din jiyana komînal a ji bo çalakvanan tê kirin. Li kon dayik ji bo çalakvanan rojane bi komînal xwarinê amade dike. -
Dengbêj Xelîl Mehmûd bûye çavkaniya moralê ya berxwedana Mexmûrê
Dengbêj Xelîl Mehmûd bi stran û dengê xwe yê xweş li konê berxwedanê yê Mexmûrê ku li dijî dorpêç, têl û xendekên Iraqê hatiye danîn, bûye çavkaniya hêz û moralê ya gel. -
Artêşa Iraqê çavdaye bîrên avê yên Wargeha Mexmûrê
Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê di roja 10’emîn de didomîne. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. -
Li Geverê qirkirina siyasî: Bi lêdanê destgîr kirin
Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de gelek ciwan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. -
Xelkê Mexmûrê berxwedanê didomîne: Iraq hewl dide bîra avê ya wargehê bigire
Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê di roja 10’emîn de didomîne. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. -
Doktorê Mexmûrê: Krîzeke cidî ya tibî li herêmê heye
Dr. Mihemed Unver ê li Nexweşxaneya Mexmûrê kar dike got: "Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye. Bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Eger ku rewşeke awarte rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin bibin bersiv." -
PKK: Gelê Kurd ku yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabû, wê ti carî têk neçe!
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gel û jinên Kurd ku milîtan hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne, wê ti carî têk neçin.