Dewleta Tirk wesayîta malbatek a ji Mexmûrê bombebaran kir: 1 şehîd

Derket holê ku wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî bombebarankirin, ayîdê malbatek a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. Di êrîşê de kesek hat qetilkirin.

Li navçeya Koye ya bajarê Hewlêrê, wesayîtek ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin.

Hat zanîn ku wesayît ayîdê malbatek a ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir ku kesê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûyî, ajokarê bi navê Dilovan Îşlek e. Di heman êrîşê de 3 jin birîndar bûn.

Li gorî agahiyan mal xezûra xwişka Dilovan Îşlek li Ranyayê karê lawirvaniyê dike, bi vê boneyê serdana Ranyayê kiribûn û dema vedigerin wargehê dibe hedefa êrîşa balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk adagirker. Malbat û xelkê Mexmûrê ji bo cenaze werbigrin, berê xwe dane Koyeyê.