YRK'ê ji bo tevlîbûna li pêngavê bang li gelên Îran û Rojhilat kir

Fermandariya YRK'ê bang li gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku beşdarî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bibin.

Bi navê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) endamê fermandariyê Çiya Mihabad peyamek weşand.

Peyam bi vî rengî ye:

"Bi navê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxwazê ji hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hemû azadîxwazên Îran û cîhanê dikin ku xwedî li pêngava ku ji bo azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, derkevin. Hemû jin û ciwan û kesayetiyên xwedî fikra azadî ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê, çawa ku sala 1999’an di pêvajoya komploya navnetewî li ser Rêber Apo de xwedîderketineke bihêz û mezin li Rêber Apo kirin, îro piştî 25 salên girtina Rêber Apo, gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi heman ruh û îradeyê ve dubare xwedî li Rêber Apo, li azadî, li rûmet û kerameta Kurd û Kurdistanê derkevin.

Bi taybetî banga me ji bo ciwanan, ji bo keç û xurtên welat, ji bo her kesê bi rûmet û keramet heye ku li dijî dagirkeran, li dijî zilma ku li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tê rêvebirin, ew 25 salin ku Rêber Apo di zîndana tarî de li Îmraliyê girtî ye; beriya ku dereng bibe hemû destê xwe bidin hevûdu, bi hemû şêwazê dengê xwe bilind bikin û xwedî li Rêber Apo derkevin.

Rêber Apo ku bi fikr û felsefeya xwe di wê nîv sedsalê de erk û berpirsiyartiyên xwe li hemberî gelê Kurd û Kurdistanê bi cih anî û tîne. Lewre pêwîste gelê me xwedî li ew rêya ku bi destê Rêber Apo hatiye ronîkirin, ew rêya ku tê de azadî hatiye misogerkirin bikin û nehêlin ku dagirkeran û tarîperest bigihîjin armancên xwe. Ji bo komploger û komplo bê têkbirin, sala 25'an a komployoê bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û çareseriyeke mayinde ji pirsgirêka Kurd re bê peydakirin, divê gelê me yek dest, yek reng û yek deng be. Bi taybetî gelê Rojhilat, pêwîste vê bêdengiyê bişkînin da ku nebe bêdengiya mirinê ku heta hetayî bi awayê serkutbûyî û bindest bimînin. Ji ber wê jî ew derfet û şansa ku Rêber Apo ji gelê me re pêşkêş kiriye, em jî bibin hêviyek ji bo azadiya Rêbertî û gelê me.

Çawa ku sala derbas bûyî gelê Rojhilat û Îranê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku çavkaniya xwe ji fikr û ramanê Rêberê Apo ye, serhildaneke bêhempa kirin, dîrokek nivîsandin ku cîhan matmayî bû, îro dikarin xwedî li xwediyê vê fikrê ku Rêber Apo ye derkevin û azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de bibînin. Eger em Kurd û Kurdistanî ciwan, keç û jin, rewşenbîr û mamosta bibin yek, em ê bikarin hemû tengasî û astengiyên li pêşiya azadiya Rêber Apo û Kurdistanê heye derbas bikin. Bêdengî hêz dide dagirkeran. Bêdengî moral û kêfa dagirkeran xweş dike, lê bilindkirina deng û nîşandana nerazîbûnê û tevlê rêzên şoreş û şoreşgeriyê bûyîn û xwedî derketina li vê fikrê pîroz û ev Rêberê mezin, dikare cîhaneke nû ji bo gelê me, gelê Kurdistanê û yên herêmê bi xwe re bîne. Cîhana ku azadî û serbestî tê de heye, cîhana ku tê de jin bi pêşengiya şoreşa jinê, jiyaneke watedar çêdibe. Jiyaneke ku tê de aramî û ewlehî û serbestî heye. Jiyanekî dûr e ji zilm û zordariyê. Her kes bi reng û dengê xwe dikare bi azadî bijî. Li her cihê ku bixwaze jiyan bike. Lewre ev şansê dîrokî ya ku em ê bi azadiya Rêber Apo bi dest bixin, pêwîste nehêlin vala biçe û weke gelê Rojhilat û gelên demokratîk û pêşverû yê Îranê çi ji destê me were beriya ku direng bibe em bikin.

Dubare bi navê Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) dibêjin ku em jî ji bo hemû cure fedakariyekê amade ne û çawa ku me heta niha li ser rêbazê Rêber Apo û Şehîdan û şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' û Jîna ya nemir, bê navber têkoşîn kiriye, ji wir û şûnde jî li kû derê pêwîst be em ê têkoşîna xwe bidomînin.

“Bijî Serok Apo”
“Bijî Serok Apo”
“Bimre dagirkeran”
“Bijî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî”
“Serkeftin ya gelê Kurdistan e”