KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PKK: Gelê Kurd ku yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabû, wê ti carî têk neçe!
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gel û jinên Kurd ku milîtan hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne, wê ti carî têk neçin. -
Cerdevanekî li Wanê mala rêveberê DBP’ê gulebaran kir
Cerdevan Zabit Kassap, bi keleşkofê gule bera mala rêveberê DBP'ê yê Wanê Hamdûllah Kûmlî kir. -
Artêşa Iraqê careke din xwest bi leşkerî dor li Mexmûr bigire
Artêşa Iraqê careke din kete nava hewldana ku bi leşkerî dor li Kampa Penaberan a Mexmûrê bigire. -
KJK: Bersiva herî rast a li dijî qirkeran, dewamkirina berxwedana Leylayan e!
Koordînasyona KJK'ê: Dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Leylayan, wergirtina vê meşaleyê ku wan bi eşqê hilda bûn, gihandina li siberojê wê bibe bersiva herî rast a li dijî rejîmên qirker. -
Xelkê Mexmûr: Çi dibe bila bibe em dorpêç qebûl nakin
Şêniyên Mexmûrê yên li ber artêşa Iraqê sekinîn û rê nadin Mexmûrê dorpêç bikin, anîn ziman ku ev li ser fermana Erdogan pêk tê, çi dibe bila bibe ew ê qebûl nekin dor li wan bê pêçandin. -
Hejmara dawî ya Kovara Ciwanên Şoreşger derket
Kovara Ciwanên Şoreşger a meha Gulan û Hezîranê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” derket. -
Gelalî yê YNK’î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî diyar kir PDK’ê destpêkê xwest Mexmûrê kontrol bike, piştî nekarî vê bike, bi hevkariya Tirkiyeyê û beşek hêzên Iraqê xwest kampê vala bike, yan teslîmî Tirkiye bike. -
Hêzên Iraqê bi zora leşkerî dixwazin dorê li Mexmûrê dorpêç bike
Hêzên Iraqê vê carê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û dixwazin derdora wargehê kuleyan danin. Penaberên Mexmûrê ber xwe didin. -
Artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin kete nava tevgerê
Leşkerên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin ketin nava tevgerê. Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêçê li ber xwe dide. -
Destûr nehate dayîn ku heyeta Îtalyan biçe Mexmûrê
Iraqê destûr neda ku heyeta Îtalyan biçe serdana Kampa Mexmûrê. -
Salar Mehmûd: Hişmendiya sedsalî ya Lozanê niha jî didome
Endamê KNK’ê Salar Mehmûd ku li ser sedsaliya Lozanê semînerek da, diyar kir ku hişmendiya ku Tirkiyeyê sed sal berê li ser Kurdan dikir, niha jî didome û got “Kurd dibe ku wê demê zeîf bin lê îro derfetê wê heye ku Kurd vê sedsalê bike sedsala xwe.” -
YPS-YPS JIN: Hevrê Zeryan li pey xwe mîrateyek mezin a berxwedanê hişt
Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê di 7’emîn salvegera şehadeta fermandar Zeryan Denîz de ew bi rêzdarî bibîr anî û got, "Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, mîrateyek mezin a berxwedanê heta roja me hişt." -
Berxwedana Mexmûrê 8 roj in didome
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 roj in bê navber li dijî hemû êrîş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin. -
AKP şaredariyên qeyyûm ji bo hilbijartinê bi kar tîne
4 qeyûm û waliyên ku di sala 2016'an de li ser şaredariyên HDP'ê hatin wezîfedarkirin, Wan veguherandin qada rantê. Şaredariya Wanê bi milyonan lîre deyndar bû û nelirêtî di raporan de jî derket holê. -
Li Şengalê ji bo piştevaniya xelkê Mexmûrê konê berxwedanê hat danîn
Li navçeya Serdeşt a Şengalê bi boneya piştevaniya bi berxwedana xelkê Mexmûrê re konê berxwedanê hat danîn. -
HPG'ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Botan, Bawer û Canşêr bi taybetmendiyên xwe wê her tim ji me re pêşengiyê bikin." -
Operasyonên qirkirina siyasî: Herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin
Li Dûtaxa Agiriyê û Kanîreşa Çewligê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Berxwedana Mexmûrê wê bi ser bikeve
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ber hewldanên hikumeta Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê rabû û destnîşan kir, ku serketin wê ya xelkê Mexmûrê be. -
Avesta: Leyla Sorxwîn sembol bû
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku şehît Leyla Sorxwîn bi hêza, têkoşîn, cesaret û keda xwe di maratona 50 salan de 31 salan hevrêtî kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku divê şehadeta wê bibe sedema helwestên xurt. -
‘Armanca ji êrîşan pêşîgirtina li vegerê û tirsandina civaka Êzidî ye’
Şêniyên Êzidî anîn ziman ku hêzên wan diparêzin zarokên Êzidî ne û armanca êrîşên Tirkiye tirsandina xelkê Êzidî, pêşîgirtina li vegera ji kampan û tinekirina civaka Êzidî ye. -
Tecawizkar hatin berdan, rojnamevan kete ber dozê
Li navçeya Bêgirî ya Wanê, 6 kesên ku tê gotin dest avêtine Y. a 17 salî, hatin berdan. Lê belê bi îdîaya "Agahiyên derew belav kiriye' doz li rojnamevan Oktay Candemîr hate vekirin ku li ser bûyerê nûçe amade kiribû. -
Engîzek: Hevalê Qasim di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand
Xalîde Engîzek, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bi bîr anî ku 27'ê Gulana 2020'î şehîd bû û got, "Hevalê Qasim şoreşgerekî mezin bû ku şûna wî nayê dagirtin. Di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand." -
Li Şengalê liv û tevgara hewayî
Li Şengalê tevgereke zêde ya hewayî ya balafirên şer. -
Şehîdê Çapemeniya Azad Karwan Horamî li Silêmaniyê hat bibîranîn
Şehîdê Çapemeniya Azad Karwan Horamî, bi boneya tijebûna çileyê şehadeta wî, bi merasîmekê li bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn. -
Komîteya Dîplomasiyê: Dayikên me bi destê xwe xendekan tije dikin
Endamê Komîteya Dîplomasî Seîd Çomlek bal kişand ku rayedarên Iraqî ji diyalogê direvin û israr dikin ku xendekan bikolin û got: “Dayikên me xendekên ku artêşa Iraqê çêkirine, bi destê xwe tije dikin.”