Nûnerên partiyên siyasî salvegera damezrandina Tevgera Azadî pîroz kirin

Bi boneya salvegera Tevgera Azadî gelek rêveber û nûnerên partiyên siyasî serdana Tevgera Azadî kirin.

Bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî gelek rêveber û nûnerên partiyên siyasî li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî kirin. Bi vê boneyê serokê Partiya Kesk ya Kurdistanê, nûnerê Hizba Sosyalîst ya Demokratîk a Kurdistan û Yekgirtûya Îslamî serdana avahiya Tevgera Azadî ya Silêmaniyê kirin.

Rêveber û nûneren aliyên siyasî salvegera damezrandina Tevgera Azadî pîroz kirin.

Bi navê malbenda şehîdan jî birayê şehîd Diyar Xerîb, Rizgar Xerîb jî serdana baregeha Tevgera Azadî kir û damezrandina tevgerê pîroz kir.

KERKÛK

Partî û aliyên Kurd yên Kerkûkê bi desteyên gulan serdana avahiya Tevgera Azadî kirin û bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina wê, Tevgera Azadî pîroz kirin.

Partiyên siyasî yên ku serdana avahiya Tevgera Azadî ya li Kerkûkê kirin, ji Partiya Komunîst ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Bizûtneweya Demokratîk ya Gelê Kurdistanê, YNK, Tevgera Goran û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê pêk dihat, li avahiya wê ya Rêkxistina Kerkûkê, Tevgera Azadî bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina wê pîroz kirin.

Di serdana pîrozkirinê de, Berpirsê Peywendiyên Melbenda 2 ya Kerkûkê ya YNK’ê Cengî Ezedîn bi daxuyaniyek ya çapemeniyê 9’emîn salvegera damezrandinê li Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê pîroz kir û got: “Em salvegera damezrandina Tevgera Azadî pîroz dikin. Weke tevgereke Kurdistanî li bajarê Kerkûkê xwedî roleke baş û êrênî ye di çûyîna gel ya ser sindoqên dengdanê û hilbijartina namzetan. Her wiha ji bo ku dengên Kurdan parçe nebin, Tevgera Azadî namzetê xwe dernexist û nehişt dengên bajarê Kerkûkê yên Kurdan vala biçin. Tevgera Azadî xwedî statuyek civakî ye û yekane partiye ku di nava gel de xwedî roleke baş bû. Em spasiya vê rola wan dikin.”

Her wiha Hevserokê Encûmena Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî têkildarî 9’emîn salvegera damezrandina partiya xwe ji çapemeniyê re axivî û got: “Armanca avakirina Tevgera Azadî, ji bo parastina herêmên madeya 140 yên li gorî Destûra Iraqê, parastina yekgirtin û yekîtiya gelê Kurde. Her wiha hemû hewldan û helwesta me jî weke Tevgera Azadî yekitî, yekdengiya û yekhelwestiya partiyên Kurd bû. Lê mixabin me weke aliyên Kurd yên siyasî vê care jî nekarî bi lîsteyekê bikevin hilbijartinan. Lê em niha jî dikarîn di aliyê nehatina beramberî hev ya partiyên Kurd di dema propagandaya hilbijartinê de rolekê girîng û erênî bileyîzin.”