Bi droneyê êrîş li baregeha DYE ya li Hewlêrê hate kirin- NÛ BÛ
Li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş li baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hate kirin.
Li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş li baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) hate kirin.
Li bajarokê Herîr ê Hewlêrê, bi droneyeke bombebarkirî êrîş li baregehek leşkerî ya hêzên DYE'yê hat kirin.
Çavkaniyek ku agahî da Rojnewsê û nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku di çarçoveya operasyonên Bahoza El-Eksadê de, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîka ya li bajarokê Herîr a ser bi Hewlêrê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku rêxistina bi navê Muqaweme Îslamî berpirsyariya êrîşê girtiye ser xwe.