KURDISTAN
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, top, obus û ji hewayê êrîş bir ser herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Garê.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nikare bêparastin bimîne û got, "Jin niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir ku Alî Haydar Kaytan PKK di çarçoveya jinê de dinirxand, di çareseriya pirsgirêkên civakî û veguherîna rastiya civakî de jî timî jin ji xwe re weke pêşeng didît.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Sorxwîn Avesta ragihand ku li hemberî lîstikên qirêj ên dewleta Tirk wê hîn bêhtir têbikoşin û ji bo vê jî wezîfeyên xwe bi cih bînin. Îbrahîm Ûrfa jî got, "Divê Rêber Apo ne li Îmraliyê be."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ne weke damezrînerên li kongreya destpêkê, lê ji wan bêhtir wezîfeyên giran li pêşiya me ne. Divê em li gorî Rêber Apo erk û berpirsyariyên xwe fêhm bikin û bi cih bînin."
Hemû Nûçe
-
-
HPG'ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî ku par li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Mîraz ku milîtanekî şareza û şoreşgerekî pêşeng bû, bi meşa xwe ya bi biryar wê ji me hevrêyên xwe re bibe mînak."
-
'Heta azadiya Rêber Apo pêk were sekin ji me re nîne'
Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê kes nesekine û got, "Başûr wê bibe navend û pêşengê pêngava azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd."
-
Li Silêmaniyê ji bo pêngava azadiyê panel hat lidarxistin
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de li bajarê Silêmaniyê panelek hat lidarxistin. Di panelê de behsa girîngiya pêngavê hat kirin û banga xwedîderketin û berfirehkirina pêngavê hat kirin.
-
-
Gerîla li Serhedê lê da: 5 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Serhedê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, trafoyek û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 5 dagirker hatin cezakirin.
-
-
-
HPG'ê şehîd Şoreş Amed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Şoreş Amed bi bîr anî ku sala 2017'an li Botanê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Şoreş ku her wezîfeyên zehmet pêk dianî û bi enerjiya xwe ya bêdawî dixebitî, bi wêrekiya xwe bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re."
-
Hevserokê PADÊ Hecî: PDK koçberên li kampên Başûr bi kar tîne
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî anî ziman ku PDK koçberên li kampên Başûr dimînin weke mertalê bi kar tîne û got: “PDK’ê koçber ji xwe re kiriye propaxandaya hilbijartinê. Divê civaka me neyê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe baş bi kar bînin.”
-
-
-
-
-
HPG: Hevrê Kerîm Amed tevlî karwanê nemiran bû
HPG'ê nasnameya Kerîm Amed (Haci Kaskat) eşkere kir ku li Metîna şehîd bû û got, "Ala berxwedanê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirt heta dawiyê bi serketî hilda û tevlî karwanê nemiran bû."
-
Başûrê Kurdistanê xwedî li Pêngava Azadiyê derket
Li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî derketin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-