CPT: Dewleta Tirk di nava 10 mehan de li Başûr 10 sivîl qetil kirin

CPT’yê ragihand ku dewleta Tirk ji 1’ê Çileya 2023’an û vir ve di êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de 10 sivîl qetil kiriye û 12 sivîl jî birîndar kiriye.

Balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker îro li nêzî gundê Kanî Kend yê ser rêya serekî ya navçeya Koyê ya girêdayî Hewlêrê wesayîta welatiyên Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû û 3 welatî jî birîndar bûn. Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) hejmara kuştiyên sivîl, cûrên êrîşên dewleta Tirk ya dagirker eşkere kir.

Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) hejmara kuştiyên sivîl, cûrên êrîşên balafirên dewleteta Tirk ya dagirker li dijî welatiyên sivîl yên sala 2023’yê  eşkere kir.

Li gorî daneyên CPT’ye, ji 1’ê Çileya 2023’yan heta 17’ê Cotmeha 2023’an, di encama êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê de 10 welatiyên sivîl şehîd bûne û 12 welatî jî birîndar bûne.

Her wiha diyar kir ku ji sivîlan 6 di encama êrîşên balafirên bêmirov, 3 di encama êrîşên balafirên şer de û yek jî di encama teqîna mayînekê de li derdora baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Rêkxistina CPT’ê eşkere kir ku 2 welatiyên sivîl bi guleyên rasterast yên leşkerên Tirk, 9 welatiyên sivîl bi êrîşên balafirên bêmirov û welatiyek jî di encama teqîna mayinê e birîndar bûne.

CPT’yê ragihand ku 3 welatiyên sivîl di dema komkirina giyayên biharê de, 6 welat di nav wesayîtan de û welatiyek jî li mala xwe di encama êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de şehîd bûne.

Têkildarî cih û çawaniya birîndarbûna welatiyên birîndar CPT’yê got: “2 welatî di dema cerandina pez de, 5 welatî di nav wesayîtê de, 3 welatî li nav Wargeha Mexmûrê, welatiyek di dema komkirina giyayên biharê de û welatiyek jî li mala xwe di encama êrişên dewleta Tirk de birîndar bûne.”

Tîma Kurdistana Iraqê cihê bûyer û êrîşên bi ser sivîlan eşkere kir ku bûne sedema qurbaniyên sivîlan û wiha got: “Heta niha li bajarê Dihokê 4 welatî şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne, li Hewlêrê jî sivîlek jiyana xwe ji dest da û 8 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha li Silêmaniyê ji ber êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Herêma Kurdistanê 5 welatî şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûne.”

Tîma Kurdistana Iraqê got: “Artêşa Tirkiyê ji nîvê Nîsana 2022’an û vir ve bi sedan kîlometre dûrî sînorê Tirkiye-Iraqê derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye. Li gel hedefgirtina gerîlayên PKK’ê, artêşa dewleta Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê sivîl, gundî û cotkaran jî dike hedef.”