Li Şengalê dest bi vekirina gorên komî hate kirin

Li Sîba Şêx Xidir dest bi vekirina gorên komî hate kirin. Şêniyên Şengalê diyar kirin ku dewleta Iraqê li hemberî civaka Êzidî xemsar e û xwestin demildest hestiyên di gorên komî de bên tespîtkirin û kesên destê wan di fermanê de hene werin dadgehkirin.

Di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ’ê li tevahiya Şengal û gundewarên wê komkujî pêk anîn û bi hezaran jin revandin. Di encama wan komkujiyan de bi hezaran kesî jiyan xwe ji dest dan û bi dehan gorên komî hatin çêkirin. Komalgeha Sîbaya Şêx Xidrê jî yek ji wan ciha ye ku 9 gorên komî lê hene.

Piştî 9 salan dewleta Iraqê doh careke din dest bi vekirina gorên komî yên li komelgeha Sîbaya Şêx Xidirê kirin. Tê payîn ku vekirina goran 3 roj dewam bike. Bi hezaran kes beşdarî vekirina gorên komî bûn ku li gorî irf û adetên civaka Êzidî tên vekirin.

Di gora yekem de ku hat vekirin zêdeyî 60 cenaze hatin dîtin û wê cenazeyan ji bo testa DNA’yê bişînin Tiba Edlî ya Bexdayê. 

Mîrê Civaka Êzidî ya Şengalê Nayîf Dawid di derbarê vekirina gorên bi komî de ji ANF re axivî.

Dawid got ku dewleta Iraqê li hember civaka Êzidî gelekî xemsar e û wiha got: “Heta niha zêdetirî 90 gorên komî li Şengalê hene. Li gel ku 9 sal bi ser de derbas dibin jî hemû gor nehatine vekirin. Heta niha zêdetirî 13 dewletan fermana Êzidiyan weke Jenosîd qebûl kirin. Lê heta niha jî hikûmeta Iraqê qebûl nekiriye. Her wiha kesên bûne sedema komkujiyê jî dadgeh nekirine. Em ji dewleta Iraqê dixwazin ku kesên bûne sedema fermanê werin dadgeh kirin û cezayên pêwîst bên dayîn. Em civaka Êzidî heta ku heqê xwe nestînin, dest ji doza xwe neberdin.”

Kesê bi navê Cemîl Elî Hecî ku 13 kesên ji malbata wî di gorên komî de ne, wiha qala xemsariya dewleta Iraqê ya li hember civaka Êzidiyan kir: “Tîmên ku ji bo vekirina gorên komî hatine, pir kêm in. Ji ber vê yekê ye ku 9 sal bi ser de çû, lê heta niha gorên komî bi temamî nehatine vekirin.”

Cemîl Elî da zanîn ku heta niha di komelgeha Sîbayê de 9 gorên komî hatine tespîtkirin û wiha got: “Em dizanin ku xizmên me di gorên komî de ne, ji ber ku dema çeteyên DAÎŞ’ê komkujî li vir pêk anîn, dîmenên wan li ser medya dijîtal hatibûn parvekirin.”

Cemîl Elî got ku ger hestiyên hatine dîtin ji bo testa DNA’yê ji Tîba Edlî re bişînin wê encamên wan nêzî 4, 5 mehan dirêj bike û got: “Ger tîmên berpirsyar li ser karê xwe sekînîban wê pir dem ser derbas nebûba. Lê wisa dikin ku her tim ferman xwe li me dûbare dike û em qet ji bîr nakin.”