Pênc kes li Hezexê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de, pênc kes li Hezexê hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de, pênc kes li Hezexê hatin binçavkirin.
Li Delavaqesrê ku gundekê Hezexa Şirnexê ye, polîs û leşkerên Tirk girt bi ser gelek malan de.
Di operasyonên qirkirina siyasî de, endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adnan Bel û Hakîm Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de hatiye kirin û pênc kesên binçavkirî wê bibin Sêrtê.