HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev daxuyanî da:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

16'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li hewayê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî û giran li dagirkrean hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

Li herêma Metînayê;

16'ê Cotmehê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Cotmehê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.

16'ê Cotmehê saet di 15:40'î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê çalakiyeke koordîneyî ya gerîla ji du baskan ve hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Cotmehê saet di 23:30'î de li herêma Metînayê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li herêma Xakurkê;

16'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî de çeperan çê bikin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Cotmehê saet di 17:10'î de li hemberî dagirkerên ku hewl didan di navbera Girê Şehîd Kamûran û Girê Şehîd Heqî de çeperan çê bikin, bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî;

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê çeperên şer carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî, 2 caran bi droneyên bombebarkirî û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

14 û 15'ê Cotmehê li herêma Metînayê qadên Gundê Dergelê û Gundê Mîskanê 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Kendekola û Ava Lolanê 4 caran bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."