Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Kaskat hate kirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Haci Kaskat li navçeya Rêzan a Amedê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şîn hate kirin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Haci Kaskat (Kerîm Amed) ku 11’ê Tebaxê li qada Metînayê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Mala Şînê ya Barmanê ya li navçeya Rêzan a Amedê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şîna Kaskat hate kirin.

Serdan bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate kirin. Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û TÛAY-DER’ê û gelek kesên din beşdarî serdanê bûn.

BANGA YEKÎTIYÊ HATE KIRIN

Di şînê de ji bo şehîd Kaskat dûa hatin kirin. Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç wiha got: “Eger ziman, çand û nasnameya ciwanên Kurd hatiba naskirin, ev mirin çênedibûn. Li dijî vê qedexe û nenasînê, têkoşîn tê kirin. Eger weke gel em dest bidin destê hev, em ê bikarin pêşî li van mirinan bigirin. Di heman demê de ev wezîfeyek pîroz e.”