Cemal Hacî: Di şikandina tecrîda Îmraliyê de roleke girîng a rojnamevanan heye

Çalakvanê Kurd Cemal Hacî got, çênabe kes li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê deng be û behsa rola rojnamevanan a di şikandina tecrîda Îmraliyê de kir.

Rojnamevan û çalakvanê Kurd Cemal Hacî hevpyevînek da Aryen TV’yê û behsa tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ku divê ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê zêdetir hewl bên dayîn.

Cemal Hacî destnîşan kir ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dozeke taybet e û di asta cîhanê de cihekî wê ya taybet heye û li seranserê cîhanê tu kes di vê rewşê de nîn e.

Cemal Hacî di berdewamiya gotinên xwe de wiha got, “Çênabe tu kes li hember vê tecrîdê bê deng be. Rojnamevan û medyakar pêwîst e roleke gelek girîng bilîzin. Divê ev doz bê cîhanîkirin û ji bilî medyaya Kurdî divê bi zimanên din ên cîhanê li ser xebat bên kirin.”

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

Hûn dizanin ev du sal in tecrîdeke dijwar li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Sedema vê yekê çi ye ku du sal in nahêlin ku malbat û parêzer jî serdana birêz Ocalan bikin?

Dosyeya Rêber Apo bi qasî ku em difikirin, ji wê zêdetir aloztir e. Tenê di du salên borî de nîn e ku tecrîdeke wiha tund bi ser Rêber Apo de hatiye sepandin. Mijar gelek aloztir e û vedigere wê demê ku komploya navneteweyî dest pê kir û Rêber Apo li Îmraliyê hate dîlgirtin, rehînegirtin. Aliyekî meseleyê hikûmeta Tirkiye û partiya desthilatdar AKP ye û aliyê din jî welatên Ewropayê ne. Her wekî hûn dizanin bi salan e ji bo pêşîgirtina li êşkenceya li dijî birêz Ocalan daxwaz ji saziyên navneteweyî tê kirin, lê belê ew sazî hîna bê deng in û li hember pirsgirêka Kurd û bi taybetî li hember Rêber Ocalan ker û kor in. Ji ber ku wekî ku em hemû dizanin, ew paradîgmaya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, hevkêşeyên navneteweyî û yên Rojhilata Navîn û yên wan hemû netewe-dewletên li Rojhilata Navîn xera kirin ku xaka gelê Kurd û gelên din dagir kirine. Her ji ber vê sedemê Rêber Apo tekane zîndaniyê siyasî ye di cîhanê de ku ev pêgeha wî ya taybet heye. Tekane zîndaniyek ku dosyeyeke wî ya gelek taybet heye, bêguman Rêber Apo ye. Dijminan wisa fikir dikir ku dema ku Rêber Apo bê girtin, PKK û bernameya Rêber Apo bi dawî dibe. Lê belê me dît ku qonaxeke din li zîndanê dest pê kir, ew jî çareseriyeke siyasî û aştiyane ya nû bû ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn.

Niha em dibînin ku saziyên navneteweyî bê deng in, lê belê hêzên çep û demokratîk pêwîst e piştgiriya Rêber Apo bikin û çênabe ku tu kes li hember vê tecrîdê bê deng be. Rojnameger û medyakar pêwîst e roleke gelek girîng bilîzin. Divê ev doz bê cîhanîkirin û ji bilî medyaya Kurdî divê bi zimanên din ên cîhanê li ser xebat bên kirin.

Li gorî te pirsa birêz Ocalan heta niha cîhanî nebûye? Hetta em dibînin ku aliyên navneteweyî bê deng in.

Bêguman dosye bi temamî cîhanî bûye û ew serkirdeyên siyasî ku tank û çekan difiroşin dijmin ji bo dagîrkirina Efrînê, bêguman bi temamî haya wan ji dosyeya Rêber Apo heye û baş pê dizanin. Bêguman hêzên çep û demokratîk gelek in û mebesta min ne ew e ku welatên wekî Almanyayê biçin Îmraliyê, mebesta min ew e ku hêzên çep û demokratîk hewl bidin û piştgiriya kampanyaya azadkirina birêz Ocalan bikin. Pêwîst e kampanya bi awayekî bê birêvebirin ku qet nebe malbat û parêzer bikarin serdana Rêber Apo bikin û rewşa birêz Ocalan hîn bibin.