BI DÎMEN

Newroza Wanê: Gelê Kurda daxwaza azadiya rêberê xwe dike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Newroza Wanê aivîn. Di axaftinan de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

NEWROZA WANÊ

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li Wanê di pîrozbahiya Newrozê de axivî ku bi sed hezaran kes tevlî bûne.

Keskîn Bayindir got, "Gelê Kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ser piyan e. Gelê Kurd daxwaza azadiya rêberê xwe dike. Em ê li tevahiya cîhanê li dijî tecrîdê û dijminatiya li Kurdan têbikoşin. Çi dibe bila bibe serketin wê ya me be."

HATÎMOGÛLLARI: EM Ê TÊK NEÇIN

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştre axivî û got, "Heta ku hûn bi me re be, yên ku hewl didin li Enqereyê faşîzmê belav bikin bila baş zanibin ku em ê têk neçin. Bila Erdogan vê qadê bibîne. Bila bibîne bê Kurd wê çawa çand, ziman û têkoşîna xwe biparêze.

Peyama Birêz Ocalan peyama aştiyê ye, pêşniyara jiyana bi hev re ya gelan dike. Em bang li muxataban hemûyan dikin; Pirsgirêka Kurd pirsgirêka statuyê ye û divê bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka 4 parçeyan e, pirsgirêka gelan e û di vê bê çareserkirin."

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên Helîmê Omerî dewam kir.