BI DÎMEN

Li navçeyên Mêrdînê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrikê yên Mêrdînê ku agirê Newrozê lê hat vêxistin, peyama "Em ê tecrîdê bişkînin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin" hat dayîn.

NEWROZ

Li navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrîkê agirên Newrozê hatin vêxistin.

STEWR

Li navçeya Stewrê jî Newroz li bajaroka Êwîna hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyên li qada bajarokî hate lidarxistin bûn.  Jinan bi kiras û fîstanên xwe yên rengîn qad tejî kirin. Bi hezaran kesan li qada ku hejmareke zêde dayikên laçik spî lê bûn govend gerandin.  Piştî gerandina govendê ya li ber stranan, derbasî pîrozbahiya Newrozê hate kirin. Di pîrozbahiya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin de bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û dû re dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Piştî rêzgirtinê welatiyan ligel dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin. Balkêş bû ku hin Dayikên Aştiyê cilên xwe avêtin nav agirê Newrozê. Piştî vêxistina agirê Newrozê coş hate mezinkirin û li dora agir govend hate gerandin.

Dûre Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç axivîn. Tûnç diyar kir ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silavan dişînin û anî ziman ku gelê Kurd dê tecrîdê rake û Abdullah Ocalan dê azada bibe. Pişt re parlamenter George Aslan axivî. Aslan da zanîn ku dewletê ewilî Kurd pişt re Cejna Newrozê ya Kurdan înkar kir û wiha got: “Pişt re ji bo Newrozê gotin ‘Nevrûz’ û îdia kirin ku cejna wan e. Heke ev dewlet sibê derkeve bêje ‘Kurdên rast em in’ matmayî nemînin. Ev dikarin her tiştî bikin. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li vîna xwe û çanda xwe derkevin.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi ribabê û stranên stranbêjên herêmî berdewam kir.

ŞEMREX

Li Şemrexê jî qada Newrozê weke qada Hemama Kevin hate diyarkirin. Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li qada Hemama Kevin hate lidarxistin, qad bi barîqatan hate dorpêçkirin. Welatî ji noxteya lêgerînê ya polîsan derbas bûn û ketin qadê. Welatî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li Newrozê bûn. Namzetên Hevşaredariyê yên Şemrexê yên DEM Partiyê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr li qadê kevokên aştiyê firandin. Di pîrozbahiyên ku kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn de welatiyan her tim dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin.

Di pîrozbahiyê de ewilî namzeta Hevşaredariyê ya Şemrexê ya DEM Partiyê Kûdret Ûçûk axivî. Ûçûk diyar kir ku beriya hilbijartinê hikûmet lîstikan dilîze û wiha got: “Ew dê tu caran li Şemrexê bisernekevin. Divê em di 31’ê Adarê de weke îro bi ruhê Newrozê xwedî li deng û sindoqên xwe, li zarok û girtiyên azadiyê derkevin.” Ûçûk bi lêv kir ku li dijî coşa gelê Şemrexê encamên 31’ê Adarê jî diyar in û anî ziman ku bi biryar in ku qeyûman bişînin. Dû re namzetê Hevşaredariyê yê Şemrexê Hamdîn Demîr jî da zanîn ku dê di 31’ê Adarê de hemû Dehaqan û zaliman bişînin û diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de piştî Newroza 31’ê Adarê govenda azadiyê bigerînin.

Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû.

KERBORAN

Li Kerboranê jî Newroz, li Qada Newrozê ya li Taxa Bahçebaşiyê de hate pîroz kirin. Welatiyên ku di saetên serê sibê de hatin qada Newrozê, bi awayekî bicoş dest bi pîrozbahiyan kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di Newroza ku bi sedan kes beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê û piştî ku qad bi temamî tije bû bername dest pê kir. Di bernameya Newrozê de, ku bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir, dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevokên spî yên ku aştiyê temsîl dikin firandin. Kesên qada Newrozê tijî kirin bi tîlîlî û dirûşmeyan piştgirî dan Dayikên Aştiyê.

Ligel namzetên Hevşaredariyê yên Kerboranê Asya Gezer û Ramazan Azîz Akin namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Berîtan Guneş jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî axaftinên Ahmet Turk û Berîtan Guneş pîrozbahiyan bi vexistina agirê Newrozê dewam kir. Di dema vêxistina agirê Newrozê li qadê kêliyên bicoş hatin jiyîn, welatiyan bi hemû coşa xwe pîrozbahî berdewam kirin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî welatiyên ku ji saetên serê sibê ve ber bi qada Newrozê ve herikî qad tejî kirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin qadê dîmenên rengîn avakirin. Li qada Newrozê dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin qet nesikinîn. Li qadê her tim dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, agirê Newrozê bi awayekî bicoş hate vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi axaftinan berdewam kir de welatiyan ligel stranên ku stranbêjên herêmî gotin govend gerandin.