Newroza Wanê: Bi sed hezaran mirov dibêjin 'Bijî Serok Apo'

Newroza Wanê bi beşdariya bi sed hezaran mirovî destpê kir. Di Newrozê de ku li quntara Keleha Wanê tê pîrozkirin, dirûşma 'Bijî Serok Apo' bilind dibe.

NEWROZA WANÊ

Li Keleya Wanê ku di salên derbasûyî de ji Newrozên bi heybet re malovanî kir, Newrozeke din bi rengekî bi heybet tê pîrozkirin. Girseya gel ku ji serê sibehê ve ji gelek nuqteyên bajêr herikî qada Newrozê, qad dagirt. Li qada Newrozê bi sed hezaran mirov li hev kom bûn.

Ji qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" bilind dibe. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Newrozê destpê kir û bi sed hezaran mirovên beşdarî pîrozbahiyê bûn dirûşma "Şehîd namirin" qîriyan.

Ebrû Demîrtepe bi navê Komîteya Amadekar axivî û got, "Em tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd li dijî exlaq û mirovahiyê ye. Gelê me wê vê tecrîdê bişikîne."

Hevserokê Wanê yê DBP'ê Harûn Okay jî got, "Silav ji gelê Kurd re ku li dijî zaliman têdikoşe. Silav ji têkoşerên li dijî polîtîkayên înkarê. Li vê xakê gelek êş hate kişandin, gelek zilm hate dîtin. Li gel vê yekê jî em li qadan li dijî wan têdikoşin."

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftinan dewam dike.