Newroza Şirnexê: Divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin

Li Şirnexê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî tê pîrozkirin. Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan xwest, tecrîda li ser Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'tavilê' bê bidawîkirin.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' li Şirnexê Newroz pîroz kir.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Bûldan, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê tevî bi hezaran kesî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Qada Newrozê ku bi 14 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e bi alên DEM Partiyê hate xemilandin û jinan jî bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê.

Girseya gel serê sibehê berê xwe da qada Newrozê, ji du nuqteyên lêgerînê derbasî qada pîrozbahiyê bû.

Li qadê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn û wêneyên Qazî Mûhammed hatin hildan.

Li gel baranê jî girseya gel govend gerand. Piştî ku muzîka li ser dika pîrozbahiyê sekinî, ciwanan sirûda "Herne pêş" xwendin. Li qadê bênavber dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bernameya Newrozê destpê kir û Hozan Aytaş hunera xwe pêşkêş kir.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan Newroz pîroz kir û anî ziman ku Newroz ne tenê cejneke her wiha serhildana li ber zilm, mêtingerî û talankeriyê. Pervîn Bûldan got, "Newroz di heman demê de meşa azadiyê ye. Pêwîstiya vî welatî, pêwîstiya Şirnexê bi aştî, aramiyê heye. Di 31'ê Adarê de em careke din dersê bidin kesên ku bi talan, dizî û derewan welêt bi rê ve dibin."

Bûldan nameya Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, "Di Newroza 2013'an de di Newroza Amedê de nameyek Birêz Ocalan hate xwendin. Me ji bo gelên Tirkiyeyê xwend. Di nameyê de ku hingî pêvajoya çareseriyê dewam dikir, hate gotin 'Bila êdî çek bêdeng bibe', lê belê tevî vê yekê jî niha li Îmraliyê Birêz Ocalan tecrîdkirî ye. Ev tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocaan e, tecrîd li hemberî aştî û aramiya vî welatî ye. Divê ev tecrîd tavilê bi dawî bibe."

Piştî axaftina Bûldan peyamên parlamenterên serdema beriya niha hatin xwendin û piştre jî Hevserokên DEM Partiyê yên Şirnexê û namzetên hevşaredariyê silav dan girseya gel.

Pîrozbahî bi coş dewam dike.