BI DÎMEN

Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê gur dibe

Merasîmên Newrozê yên li Rojhilatê Kurdistanê ku ew çend roj beriya niha hatibûn destpêkirin bênavber dom dikin û her ku diçe gur dibe.

NEWROZA LI ROJHILAT

Agirê Newrozê ya çend roj beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê hat dadan her ku diçe gurtir dibe.

Welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan dîsan li dora agirê Newrozê kom bûn û Newroza azadiyê bi dirûşme û sirûdên şoreşî pîroz kirin.

Li bajarê Pîranşar, Îlam, Gundê Terwal a Dêhgulanê, Navçeya Esedabad a Hemedanê, her wiha li Tehranê welatiyên Kurd bi girseyî û bi cil û bergên xwe yên rengîn agirê Newroza azadiyê dadan û li dora wê govend gerandin.

Di pîrozbahiya Newroza li Gundê Terawel a Dêhgulanê dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.