Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
Li navçeya Rezan a Amedê duh bi şev agir hat vêxistin û Newroz hat pîroz kirin.
Li navçeya Rezan a Amedê duh bi şev agir hat vêxistin û Newroz hat pîroz kirin.
Newroza Amedê dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were lidarxistin. Beriya pîrozbahiya bi girseyî, li taxên Amedê pîrozbahî dest pê kirin. Li Taxa Yukari Molla ya navçeya Rezanê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin.
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak û namzetên hevşaredariya Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bi vêxistina agir re tililî hatin avêtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.
Di pîrozbahiyê de li ber dahol û zirneyê li dora agir govend hate gerandin.