KCK: Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqan têk bibe

KCK’ê cejna Newrozê pîroz kir û got: “Berxwedana gelan wê teqez zilma Dehaqên zalim têk bibe û berxwedana gelan û azadî wê ser bikeve.”

NEWROZ 2024

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Newroza 2024’an payameke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gava destpêkê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di Newroza 1973’yan de di civîna Bendava Çûbûkê de hate avêtin û wiha hate gotin: “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan di sala 1982'an de agirê berxwedanê pê xist û Newroz jinûve gihand wateya xwe ya dîrokî, kevneşopiya berxwedanê jinûve geş kir, kevneşopiya berxwedanê gihand çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê, gelê Kurdistanê jî bi her Newrozê re hîn bêhtir hişyar bû û jinûve rabû ser piyan. Bi vî rengî Newroz gihîşt wate û armanca xwe ya dîrokî, serdemeke nû da destpêkirin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em Newrozê pêşwazî dikin ku yek ji cejnên herî kevn û bi wate yên dîroka mirovahiyê ye. Newroz li dijî zilm, koletî û mêtingeriyê serhildaneke xurt a gelan e. Ev kevneşopiya ku bi hezaran sal in nîşaneya berxwedana mezlûman a li dijî zaliman e, ji wateya xwe tiştek winda nekiriye, hîn xurt bûye û gihîştiye vê serdemê. Ji Kawayê Hesinkar heta bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ên ku di afirandina vê roja dîrokî de navê wan têne bilêvkirin û ji her kesên xwedî li Newrozê derdikevin em hurmeta xwe pêşkêş dikin. Afirînerên vê kevneşopiya bi wate nirxên hevpar ên mirovahiyê ne.

Newroz li dijî zilma Dehaqan navê serketina bi berxwedanê û azadiyê ye. Bi baweriya ku bi berxwedanê azadî dikare bê afirandin em Newrozê li gelên Mezopotamyayê yên qedîm, li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li jin, ciwan, kedkar û bindestan hemûyan pîroz dikin. Her kesên ku Newrozê ji dil hîs dikin, dadikevin qadan û pîroz dikin, bi tîna agirê Newrozê silav dikin.

HEZKIRINA GELÊ KURD A JI NEWROZÊ JI BER DILXWAZIYA XWE YA JI BO AZADIYÊ YE

Gelê Kurd ku afirînerê Newrozê ye di tevahiya dîrokê de li dijî zilm û mêtingeriyê li ber xwe da û kevneşopiya Newrozê dewam kir. Bi hezaran sal in bi hesreta azadiyê Newroz bi coş pêşwazî û pîroz kir. Weke gelê Newrozê hebûna xwe parast û dewam kir. Rêber Apo ji ber vê rastiyê gelê Kurd weke 'Gelê Newrozê' pênase kir. Di vê serdemê de jî gelê Kurd bi hesreta li azadiyê Newrozê bi hezkirin û coşeke mezin pîroz dike. Mîna her salê îsal jî Newroz hîn beriya hatina 21'ê Adarê li her derê tê pîrozkirin. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî bêriya Newrozê dike û jê hez dike. Coş û hezkirina gelê Kurd a ji Newrozê ji ber dilxwaziya xwe ya ji bo azadiyê ye. Em jî bi heman hezkirin, coş, hesret û dilxwaziya azadiyê Newrozê ji dil li gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz dikin.

Em Newrozê her wiha li dost, jin û enternasyonalan pîroz dikin ku bi pêngava azadiyê ya navneteweyî re bûn parçeyek ji têkoşîn û şoreşa Kurdistanê, di belavkirina şoreşa modernîteya demokratîk a li cîhanê de bi roleke mezin rabûn. Em wan silav dikin, hezkirin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Piştevaniya dostan a bi têkoşîna me û Rêber Apo re em kêfxweş kiriye, xurt kiriye û baweriya me ya bi nirxên gerdûnî hîn mezin kiriye. Em vê helwesta bi wate ay dostên gelê Kurdistanê gelekî watedar û hêja dibînin.

EM ŞEHÎDÊN NEWROZÊ BI BÎR TÎNIN

Ewladê leheng ê gelê Kurd şoreşgerê mezin Mazlûm Dogan di sala 1982'an de li zindana Amedê agirê Newrozê dada, tarîtî qetand û kevneşopiya Newrozê jinûve geş kir. Em wî bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên Newrozê de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin. Çirûska ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li zindanê pêxist bi Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvanan veguherî agirekî mezin, kir ku gelê Kurd bi rengekî mezin hişyar bibe û bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ya niha re veguherî Rojekê ku mirovahiyê bi temamî ronî û germ dike.

Bêguman ên ku herî zêde Newrozê ji kûrahî ve dijîn û temsîl dikin berxwedêrên li zindanan û gerîla ne. Girtiyên siyasî di nava şert û mercên herî giran de xeta berxwedanê ya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bêtawîz dewam kirin, teslîmiyet û xiyanet heta dawiyê mehkûm kirin û têk birin. Em Newrozê li berxwedêrên zindanan pîroz dikin ku teslîmiyet û xiyanet têk birin û bi sekna xwe ya azadiyê hêzeke mezin dan têkoşîn û gelê me. Em berxwedana wan silav dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî berxwedana ku Kawayê Hemdem da destpêkirin li çiyayên Kurdistanê gihandin asta herî bilind, dagikerî, mêtingerî û dijminê zalim têk birin û kirin ku gelê Kurdistanê jinûve rabe ser xwe. Bi vê wesîleyê em gerîlayên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin silav dikin û Newrozê yek bi yek li wan pîroz dikin.

Di dîroka Kurdistanê de Newroz tê wateya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ên bi pêşengiya Kawayan a li dijî zilma Dehaqan. Berxwedana ku bi agirê Kawayê Hesinkar destpê kir, zilma Dehaq ê zalim hilweşand, gel gihand azadiyê û Newroz afirand ku serdemeke nû ye. Ev kevneşopiya bi wate ya berxwedana mezlûman a li dijî zaliman, bi pêşengiya PKK'ê nîv sedsal e bi berxwedana gelê Kurd dewam dike, tarîtiyê ronî dike, zaliman têk dibe û azadiyê pêk tîne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku îro bi feraseta xwe ya modernîteya demokratîk veguherî têkoşîna azadiyê ya gerdûnî ya mirovahiyê, gava xwe ya destpêkê di sala 1973'an de di Newrozê de di civîna li bendava Çûbûkê de avêt. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan di sala 1982'an de agirê berxwedanê pê xist û Newroz jinûve gihand wateya xwe ya dîrokî, kevneşopiya berxwedanê jinûve geş kir, kevneşopiya berxwedanê gihand çiya, deşt, gund û bajarên Kurdistanê, gelê Kurdistanê jî bi her Newrozê re hîn bêhtir hişyar bû û jinûve rabû ser piyan. Bi vî rengî Newroz gihîşt wate û armanca xwe ya dîrokî, serdemeke nû da destpêkirin.

AFIRÎNERÊ VAN GEŞEDANAN RÊBER APO YE

Bêguman yê ku ev gavên dîrokî hemû da avêtin jî Rêber Apo ye. Rêber Apo bi destpêkirina têkoşîna azadiyê re gelê Kurd jinûve gihand Newrozê û li Kurdsitanê pêvajoyeke nû ya dîrokî da destpêkirin. Ji ber vê yekê Dehaqên zalim ên vê serdemê hemû li hev kom bûn, bi komploya navneteweyî Rêber Apo dîl girtin û xistin nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê. Rêber Apo di sala 26'an de li dijî vê sîstema êşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Eşkere ye ku berxwedana Rêber Apo ya li dijî Dehaqên zalim Newroza herî mezin e. Yê ku Newrozê bi rengê herî mezin dijî û dide jiyîn Rêber Apo ye. Em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin ku berxwedêrê herî mezin ê Newrozê ye, silav, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin.

Di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi pêşengiya dostan pêngaveke azadiyê ya global hate destpêkirin û di vê çarçoveyê de karê herî girîng ê heta niha hate kirin. Di sala 2024'an de divê pêngav bê biserxistin û li ser vê bingehê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin, bi pêş ve bibin. Pîrozbahiyên Newrozê jî divê asta herî bilind a vê yekê be, gelê me li her derê divê dakeve qadan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bîne ziman, helwesta xwe ya azadî û berxwedanê nîşan bide. Ji ber vê yekê divê newroza 2024'an bibe çalakiya herî xurt a bi vê dirûşmê ku bi milyonan mirov tevlî bibin. Weke gel û tevgerê em nema dikarin xwe li êrîşên qirkirin û dagirkeriyê, kiryarên êşkence û tecrîdê yên rejîma AKP-MHP'ê rabigirin ku faşîst, înkarker, nijadperest, derewîn û dijminê Kurdan e. Tecrîda li ser Rêber Apo bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Faşîzma AKP-MHP'ê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd zêde dike, dewam dike. Di serî de êrîşên li ser Rojava, li dijî Kurdsitanê sûcê şer tê kirin. Êrîşên li ser Rojava bi rengekî eşkere sûcê şer e. Niha jî ji bo qirkirina Kurdan planên nû dikin. Tayyîp Erdogan û rejîma wî Dehaqê zalim ê vê serdemê ne, lewma li dijî wan divê bi ruhê Newrozê berxwedana me bê mezinkirin, divê em sala 2024'an bikin sala serkertinê. Bi vê armancê divê em bi milyonan mirov dakevin qadan, Newrozê bi rengê herî xurt pîroz bikin.

Berxwedana gelan wê zilma Dehaqên zalim teqez têk bibe, berxwedan û azadiya gelan wê bi ser bikeve. Em bi vê baweriyê Newrozê careke din li gelê Kurd, gelên Mezopotamya, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin.”