Newroza Colemêrgê: Bê Serok jiyan nabe

Newroza Colemêrgê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li qada Otogara Teksenê hate pîrozkirin. Di Newrozê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

NEWROZA COLEMÊRGÊ

Newroza Colemêrgê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li qada Otogara Teksenê hate pîrozkirin. Bi hezaran kes di saetên serê sibehê de herikî ber quntarê Çiyayê Simbî.

Jin bi kiras û fîstanan û zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Her wiha li qadê flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û pankartên “Têkoşîna jinan a li dijî tacîz, destdirêjî, cînayet û îstîsmarkirina zarokan li her derê ye” û “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Newrozê ve” hate xemilandin.

Welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qada Newrozê.

Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Vezîr Parlak, Ozlem Bartin, aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê agire Newrozê vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.

Komîteya Amadekar a Newrozê piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozên berê de xwend. Peyam gelek caran bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” û bi tililî û çepikan hate qutkirin.

Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn axivî, gel silav kir û bal kişand ser hilbjartinan. Şahîn, anî ziman ku gelê kurd gelekî xwedî bawerî û birûmet e û dê bersiva herî baş li ser sindoqan bide. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Colemêrgê gel silav kirin. Namzet Viyan Tekçe got ku wan soz daye gelê xwe û dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Namzet Mehmet Siddik Akiş jî got ku Newroz cejan gelê kurd e û da zanîn ku dê bi coşa Newrozê biçin ser sindoqan.

Piştî namzetan, aktîvîsta TJA’yê Zeynep Sîpçîk girtiyên jin ên siyasî silav kir. Sîpçîk, bi domdarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt anî ziman: “Ji dîrokê heta niha jinên kurd her tim xwedî sekn bûn. Gelek Îskender û Dehaq li ser vê xakê derbas bûn. Lê jinên kurd û gelê kurd tu caran serî li ber wan netewand û dê netewînin. Jinên kurd bila di 31’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin. Em ê bi  têkoşîna xwe ya bibiryar re tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik jî got ku li Kurdistanê her qad bûye qada Newrozê. Sakik, bal kişand ser hilbijartinê, tayînkirina qeyûman û veguhestina dengên leşker û polîsan. Sakik, bertek nîşan da û wiha got: “Dixwazin vîna gel xesp bikin. Lê hûn xelkê Colemêrgê nas nakin; xelkê  Colemêrgê ronahiya têkoşîna gelê kurd e.”

Sakik, bi domdarî got ku divê daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema mijar dibe kurd, hemû partiyên din tifaqê çêdikin. Heke ew li dijî me tifaqan çêbikin, wê demê em jî dê bibin yek û bi ser kevin. Li vê erdnîgariyê dibe ku we serên jêkirî dîtibin lê hûn dê tu caran serên hatine tewandin nebînin. Heke daxwazên girtiyan bên qebûlkirin dê aştî were vî welatî. Divê hûn xwedî li dengên xwe derkevin.”

Piştî axaftinan jî koma muzîkê ya Lawje derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşma “Newroz pîroz be” bi dawî bû.