Leyla Guven bang kir: Ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven peyamek ji konferansa aştiyê ya li Amedê re şand û got, "Ji bo destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê ya bi muxatabên wê yên rasteqîn re, divê alîgirên aştiyê dengê xwe hîn bilind bikin."

“Konferansa çareseriya kurd û aştî” ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê de li dar dixe, di roja duyan de didome. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, nameyek şand. Di nameya xwe de Guven bal kişand ser girîngiya têkoşîna aştiyê.

Nameya Guven ji hêla Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ve hat xwendin. Di nameya xwe de Guven got ku konferansê hêviya wan nûjen kiriye. Guven, got ku divê di daxwaza aştiyê de israreke domdar hebe û da zanîn ku armanca têkoşîna wan jî avakirina pergaleke demokratîk a aştiyane ye. Guven, bi domdarî bal kişand ser gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Romana kurdan beriya were nivîsandin dê bê jiyîn” û ev tişt anî ziman: “Belê, gelê kurd nîşanî hemû cîhanê da ku li Rojhilata Navîn bêyî dewletê jî gel dikarin bijîn. Ez serfiraz im ku endameke vî gelî me.”

Di berdewamê de Guven got ku hêzên hegemon û emperyalîst naxwazin pirsgirêka kurd were çareserkirin û bi qasî ji dest tê faşîzmê pêş dixin. Guven, anî ziman ku dinyayeke ku mirov bikarin di nava xwişk-biratiyê de bijî mimkin e û wiha pê de çû: “Dê hewldanên we yên ji bo aştiyê di demekî kin de encam bigirin. Di dawiya dawî de jiyan ji qanûnan bihêztir e. Heke jiyan hebe, hêvî jî heye. Dostên hêja; gelê kurd tevî ewqas êş û eleman jî dibêje aştî. Lê belê ji bo pêvajoyeke çareseriyê ya bi muxatabên rasteqîn re dest pê bike, divê kesên aştî û xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir dengê xwe derxînin."