Li Kerkûkê pêşengeha Helebçeyê

RJAK’ê bi boneya 36’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li Kerkûkê pêşangehek vekir.

PÊŞENGEHA HELEBÇE

Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi hevkariya hunermend Mehdî Şefîq ji bo bibîranîna Komkujiya Helebçeyê bi dirûşmeya “Jin mexdûrên şer ên yekem in” û bi nîşandana 120 wêneyan pêşangehek vekir. Wêneyên ku hatin nîşandan, wêneyên karesata Helebçeyê û Reva Mezin a gelê Başûrê Kurdistanê bûn. Pêşangeh dê heta sê rojan berdewam bike.

Endama Encumena Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Şeyma Nebîl têkildarî pêşangehê ji ANF’yê re axivî û got: “Îro 36’emîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê ye. Me wek RJAK xwest ku em vê rojê bi pêşangeheke wêneyan bi bîr bînin da ku nifşên siberojê vê karesatê ji bîr nekin.”

‘GIRÎNG E KU CIWANÊN ME HAY JI RABORÎ Û DÎROKA XWE HEBIN’

Şeyma Nebînê anî ziman ku ku vekirina vê pêşangehê ji bo ciwanên îro peyamek e û got: “Gelek girîng e ku ciwanên me ji raborî û dîroka xwe agahdar bin. Her karesata ku bi ser gelê me de hatiye, tiştekî mezin e û pêwîst e mirov bi çavekî biçûk lê mêze neke.”

‘JIN MEXDÛRÊN ŞER ÊN YEKEM IN’

Şeyma Nebînê bal kişand ser sernavê pêşangehê û axaftina xwe wiha domand: “Di vê komkujiyê de çînên civakê bi giştî û jin bi taybetî bûn mexdûr. Lewma me got em sernavê pêşangehê bikin ‘Jin mexdûrên şer ên yekem in’. Di pêşangehê de ji sedî zêdetir tablo hene ku taybet bi karesata Helebçeyê û Reva Mezin in.”

Hunermend Mehdî Şefîq ku xwedî arşîva wêneyan e, der barê pêşangehê de axivî û got: “Pêşangeha me bi sernavê ‘Jin mexdûrên şer ên yekem in’ ku ji hêla Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê ve hatiye sazkirin. Em destxweşiyê li RJAK’ê dikin. Me di vê pêşangehê de hewl da ku em zêdetir wan wêneyan nîşan bidin ku di wan de jin hene. Jin her tim bêtawan in û mixabin her tim dibin mexdûrên şer ên yekem.”

Hunermend Mehdî Şefîq behsa komkujiyên li ser gelê Kurd kirin û wiha pê de çû: “Berî Helebçeyê êrîşa bi navê Enfalê li dijî gelê Kurd li başûrê Kurdistanê dest pê kir û paşê jî Helebçe hate kîmyabarankirin û dûvre jî Reva Mezin dest pê kir. Ev hemû karesat di nav çend salan de bi ser gelê Kurd de hatin.”

‘EM HÊVÎ DIKIN SAZIYÊN DIN JÎ MÎNA RJAK’Ê TEV BIGERIN’

Mehdî Şefîq di dawiya axaftina de îşaret bi rola RJAK’ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiyê de ez careke din destxweşiyê li Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê dikim û hêvî dikim mînakên vê tevgerê zêde dibin. Wan ji bo vê bibîranînê zehmetî kişand. Em hêvî dikin hemû saziyên din di bibîranînên gelê Kurd de mîna RJAK’ê tev bigerin.”

Reva Mezin ango Korew ji wê koça komî ya gelê Kurd re tê gotin ku piştî raperîna sala 1991’ê ber bi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.