Konferansa Aştiyê ya ÎHD'ê rola civaka sivîl nirxand

Di roja duyemîn a 'Konferansa aştî û çareseriya meseleya Kurd' de ku li Amedê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hate lidarxistin, rola rêxistinên civaka sivîl a di pêvajoya aştiyê de hate nirxandin.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de ji Navenda Bîrê Mûrat Çelîkkan û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses nirxandin kirin.

Çelîkkan di pêşkêşiya xwe de bal kişand ser girîngiya tevlîbûna çalak a rêxistinên civakî yên sivîl li pêvajoyên aştiyê.

Çelîkkan anîz iman ku pêvajo û avakirina aştiyê tenê ji maseyan pêk nayê, rêxistinên civakî yên sivîl divê karibin bi rola xwe ya piştevaniyê rabin.

Çelîkkan anî ziman ku rêxistinên civakî yên sivîl di pêvajoya aştiyê de karên belgekirin, komkirina agahiyan û şopandina windahiyan bi cih bîne û destnîşan kir ku di pêvajoya civakîbûna aştiyê de rêxistinên civakî yên sivîl roleke girîng dilîzin.

Şenses jî di nirxandina xwe de giranî da ser rola baroyan a di pêvajoya aştiyê de.

Rûniştina destpêkê ya konferansê bi pirsên beşdaran bi dawî bû. Ev rûniştin li ser rola rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan a di pêvajoyên aştiyê de bû platformeke girîng.