BI DÎMEN

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê li Êlihê li wesayita polîsan xistin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li Êlihê bi bombeyên destan û molotofan li dijî wesayiteke polîsan çalakî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de hate gotin, "14'ê Adarê saet di 19:00 de li taxa Kulturê me careke din li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Bi bombeyên destan û molotofan me êrîş kir. Polîs-çeteyên ku şaş man gule berdan derdorê û hewl dan xwe biparêzin, lê nekarî rizgar bibin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em hişyariyê didin dewleta Tirk û çeteyên wan. Em ê li Kurdistanê we û amûrên we di binê enqazê de bihêlin. Ya hûn ê welatê me biterikînin, ya jî li her derê hûn ê bibin hedefa milîsê me."