Xelkê Wanê diherike qada Newrozê

Li Wanê bi hezaran kes berê xwe didin qada ku wê pîrozbahiya Newrozê lê bê lidar xistin. Coşa Newrozê tevahiya bajêr dorpêç kir.

Coşa Newroza Wanê ji serê sibehê ve dest pê kir. Newroz, bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê lidarxistin û navnîşana wê Parka Newrozê ye ku Keleha Wanê û Gola Wanê digihijîne hev. 

Xelkê bajar ji serê sibehê ve ji gelek navçe û taxan hatin navendê. Piştre jî ber bi qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve herikîn. 

Li navenda bajar jî liv û tevgera pîrozbahiyê ji saetên zû ve dest pê kir. Bi hezaran welatî ji noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Gelek welatî bi meşê, gelek jî bi wesayîtên xwe yên taybet û bi wesayîtên komelî ber bi qadê ve diherikin. 

Xelkê herêmê ji çar noqteyên lêgerînê derbas dibin û wisa dikevin qadê. Mirovên derbasî qadê bûn, bi coşa Newrozê dest bi gerandina govendê kirin. Jin bi kiras û fîstanên xwe, zilam jî bi şel û şepikan tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê tije dibe û flamayên bi rengên kesk, sor û zer li qadê li ba ne. Li qadê her wiha gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zinandanan” deng vedide. 

Wê daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk di Newrozê de bên kirin. 

Herikîna gel a ber bi qadê ve didome. Pîrozbahî demek şûnde dê dest pê bike. 

Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê dê Ebrû Demîrtepe, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Harûn Okay, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, ji dayikên di Nobeta Edaletê de Aslihan Tîmur, ji TJA’yê Bêrîvan Bahçecî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari dê di pîrozbahiyê de biaxivin. 

Hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî derkevin ser dikê.