BI DÎMEN

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Efrîn wê bi berxwedana gelan rizgar bibe

Rêveberiya Xweser a Şengalê berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê silav kir û destnîşan kir ku Efrîn wê di demeke nêz de bi berxwedana gelan rizgar bibe.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber salvegera 6'an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê bi amadebûna malbatên şehîdan, nûnerên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen ve hate xwendin.

Di despêka daxuyaniyê de işart bi pêkvejiyana gelê Efrînê hate kirin û hate gotin, "Beriya sala 2018'an Efrîn nimûneya jiyana demokratîk bû, ku tê de bi hezarê salan hemû neteweyên Kurd, Êzidî û Ereb bi hev re bi rengek azad û wekhev, bi çand û bawariya xwe dijiyan. Di encama berjewendiyên hêzên hegomonîk de û bêdengiya hêzên navneteweyî, Efrîn di 18'ê Adara 2018'an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Li hemberî êrîşên hovane berxwedana gelê Efrînê heya dawî xwedî wate û dîrokî bû. Di berxwedana gel û şervanên azadiyê de YPG û YPJ'ê bi sedan bedelên giranbûha dan. Bi sedan leheng û Egîdan canê xwe ji bo ax û welatê xwe feda kirin. Em di kesayeta şehîd Avesta Xabûr de tevahî şehîdên Efrînê, şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tîn in."

'ZÎHNIYETA DAÎŞ'Ê LI EFRÎNÊ YE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: ''Ev şeş sal di ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê re derbas bûne. Şeş sal zilm, êşkence, guhertina demografiyê ku di nav de guhertina ol û bawariyê, kuştin, talana xwezayê, revandin, tecawiz, xirakirina cihên pîroz hwd... hemû kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê, heya vê kêliyê dewam dike. Di wateya tiştê ku DAÎŞ'ê bi hevkariya dewleta Tirk sala 2014'an li Şengal kir, îro li Efrîn heman kes û heman zîhniyet hene. Cîhan vê rastiyê dizane ku şeş sal in li Efrînê dagirkerî heye, ferman heye, duh Şengal bû, îro Efrîn e."

'GELÊ EFRÎNÊ BI HÊVIYA VEGERÊ LI BER XWE DIDE'

Her wiha bal hate kişandin li ser bêdengiya raya giştî a cîhanê û hate gotin, "Bi taybetî kesên xwe bi navê mafên mirovan tevdigerin, saziyên ku xwe bi navê demokrasiyê bi nav dikin çima vê rastiyê nabînin. Eger dibînin çima li hemberî dewleta Tirk nabin xwedî helwest. Her wiha li kêleka dagirkeriya heyî gelê Efrînê ku ji mecburî koçberî Şehba bû, rûxmî hemû zehmetiyan bi hêviya vegera li ser xwe warê xwe bi salan e li ber xwe dide. Lê car din dewleta Tirk rojane êrîşî gel dike, ku di encamê de bi sedan şehîd û birîndar çêbûne."

'EFRÎN Û ŞENGAL YEK E'

Riham Hesen got, "Em dixwazin bi bîr bixin ku çawa sala 2014'an zarokên Efrînê berê xwe dan Şengalê, di heman wextê de sala 2018'an zarokên Şengalê jî berê xwe dan Efrînê. Em wek civaka Êzidî tu car van rojan ji bîra nakin, girêdana heyî bi xwînê hatiye ava kirin. Ji ber vê rastiyê em dibêjin Şengal û Efrîn yek e. Em di wê bawariyê de ne, wê Efrîn bi berxwedana gelan di demek nêz de ji çeteyên hov bê rizgarkirin û gelê me wê vegere ser axê ejdadên xwe. Çawa di dîrokê de împaratoriya Osmaniyan hilweşiya û di roja îro de DAÎŞ li Kobanê, Minbic, Dêrezor, Reqa û li Şengal şikest wê dawiya dewleta Tirk jî were."

'PÊWÎSTE SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN BI ERKA XWE RABIN'

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê  bi van hevokan bi dawî bû, "Di dawiyê de em carek din şehîdên berxwedana serdemê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha Berxwdana gelê Efrînê li Şehba silav dikin. Em 6. Salvegera dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar dikin. Li ser vî esasî em wek rêveberiya xweser ya Şengalê bang li mafên mirovan, hêzên navneteweyî û neteweyên yekbûyî dikin ku xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derbikevin. Dawî li dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan bînin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin', 'Bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.